Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbatên 2 şehîdan

Bi sedan şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Îbrahîm Mihmê û Mistefa Mihemed û soza mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan da.

Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
6 nîsan, 2023   12:06
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajêr tev li merasîma sersaxiyê bûn ku Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şehîd Îbrahîm Mihmê û Mistefa Mihemed li dar xistibû.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mihmê ji ber nexweşiya kanserê di 2`yê Nîsanê şehîd bû. Welatparêz Mistefa Mihemed jî di 1`ê Nîsanê de di encama krîza dil de şehîd bû. Herdu şehîd duh bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê hatin veşartin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman sersaxî da malbatên herdu şehîdan û got: “Her du şehîdan di şoreşê de fedakariyên mezin dan. Bi saya fedakariyên wan, me jiyaneke bi rûmet û azad pêk anî.”

Osman wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku destkeftiyên şoreşa me têk bibe, ji lew re ajan û xayînan bi kar tîne. Lê bila bizane ku malbatên şehîdan dê şoreşa xwe biparêzin. Em soz didin ku li hember dagirker û xayînan têkoşînê mezin bikin.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan jî axivî û diyar kir ku gelên herêmê bi saya fedakariyên şehîda jiyanek birûmet dijî.

Hevseroka TEV-DEM`ê Rûken Ehmed jî wiha axivî: “Şoreşa ku Rêber Abdullah Ocalan beriya 50 salî bi hevgirtin û yekitiya gelan daye destpêkirin, îro di heman çarçoveyê de berdewam dike. Şehadeta Mistefa şehîd Ezîz Ereb tîne bîra me ku azadiya xwe di azadiya gelê Kurd de dît.”

Rûken bi van gotinan bal kişand ser rola şehîdan: “Bi baweriyeke xurt tev li şoreşê bûn û fedakarî dan. Em deyndarên wan in. Ji ber wê divê em li hember xayîn û dagirkeran têkoşînê mezin bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û jiyana azad misoger bikin.”

Di dawiya merasîmê de beşdaran dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Sehîd namirin” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin.

(şx/c)

ANHA