Rêveberiya Xweser bi şandeyeke Kanadayê re civiya

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şandeyeke Kanadayê re civiya û gelek mijar nîqaş kirin. Piştî civînê 10 zarok û 4 jinên DAIŞ`î radestî şandeya Kanadayê hat kirin.

Rêveberiya Xweser bi şandeyeke Kanadayê re civiya
6 nîsan, 2023   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku şandeyeke Kanadayê duh (5`ê Nîsanê) serdana herêmê kiriye û bi rayedarên Rêveberiya Xweser û nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re civiyaye.

Şandeya Kanadayê ji berpirsê beşa rêveberiya destwerdana lezgîn û berpirsê payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Kanadayê Sebastien Beaulieu, mudirê beşa Sûriye ya balyozxaneya Kanadayê li Lubnanê Rasta Daî, mudirê beşa destwerdana lezgîn a Wezaretaa Karên Derve Yannick Lamond pêk hat.

Şande ji aliyê cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Robîl Beho, endamê Desteya Rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm û nûnera YPJ`ê Lana Hisên ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de herdu aliyan rewşa siyasî li Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa aborî, mirovî û ewlehiyê li herêmê nîqaş kirin.

Der barê civîna dawî ya li Moskovê û normalîzekirina têkiliyan di navbera herdu rejîmên Tirkiye û Sûriyeyê de, Robîl Beho wiha axivî: “Çi xebatên normalîzekirinê ku xwe helwesta sûriyeyiyan û rewşa wan di ber çavan re nagir û bêyî proseya siyasî ya giştî li gorî biryara NY`yê /2254/, tê wê wateya vegerandin şerê Sûriyeyê li çargoşeya yekemîn û dirêjkirina aloziyê. Ew yek jî dê bandorên xeternak û encamên xirab bi xwe re bîne.”

Robîl Beho destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker û topbarana wê li dijî herêmê berdewam dike.

Beho bal kişand ser komkujiya Cindirêsê û bang li hêzên navneteweyî kir ku binpêkirinên li herêmên dagirkirî yên ji aliyê komên çeteyan ve tên kirin, rawestînin.

Beho destnîşan kir ku tevî hemû şert û mercên dijwar jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê hevkariya bi Kanadayê û dewletên ku welatiyên wan li herêmê hene re, bidomîne.

Berpirsê beşa rêveberiya destwerdana lezgîn û berpirsê payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Kanadayê Sébastien Beaulieu jî wiha axivî: “Kanada gelek kêfxweş e ku hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re pêk tîne û hewldanên rêveberiyê yên lênêrîna li kesên hatine ragirtin dizane.”

Piştî civînê Rêveberiya Xweser 4 jin û 10 zarokên DAIŞ`î li gorî belgenameyek fermî radestî şandeya Kanadayê kirin.

(şx/c)