Erebistana Siûdî jinûve têkiliyan bi Şamê re datîne

Piştî lihevkirina di dosyaya têkiliyên Siûdî-Îranî de, Wezareta Karên Derve ya Siûdî eşkere kir ku di navbera Riyad û Şamê de dan û standinên ji bo jinûve xizmetên qunsulxaneyê hene. Gelo rewşên hişt Riyad vê yekê bike çi ne?Helwesta Amerîkayê ji vê yekê çi ye?

Erebistana Siûdî jinûve têkiliyan bi Şamê re datîne
30 adar, 2023   01:54
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Li herêma Rojhilata Navîn gelek hevsengiyên ji nişkan ve hene, li kêlek wê jî lihevkirina Siûîd-Îranî, nêzîkbûna Misirê bi dewleta Tirk a dagirker re, hewlên Rûsyayê yên nêzîkbûna Tirkiye û hikumeta Şamê. Lê axaftina li ser nêzbûna vegera têkiliyên Erebistana Siûdî bi Şamê re û vekirina balyozên xwe piştî qutbûna têkiliyên dîplomasî yên zêdetirî 10 salan, gelek pirsên li ser girêdana lihevkirina Siûdî –Şam bi lihevkirina Siûdî-Îranê re û pêkanîna têkiliyan di nava her du aliyan de derxistin holê.

Dezgehên çapemeniyê yên Siûdiyê li ser zimanê Wezareta Karên Derve yê Siûdî da zanîn ku di navbera Riyad û Şamê de dan û standinên ji bo jinûve pêşkêşkirina xizmetên qunsulxaneyê hene. Ajanas Reutersê jî ku agahiyên xwe dispêre 3 çavkaniyan diyar kir ku Sûriye û Siûdî li ser jinûve vekirina balyozên xwe piştî cejna Remezanê, li hev kir. Ev biryar, li gorî yek ji çavkaniyên herêmî û dîplomasî li Kendavê pêk hat, ku di encama dan û standinên li Siûdiyê bi berpirsê muxaberatê yê payebilind ê hikumeta Şamê de hate dayîn. 

Lê çavdêrên kar û barên Rojhilata Navîn diyar kir ku lihevkirina Siûdî-Îranê dê bibe xwedî roleke mezin di nêzîkbûna hikumeta Şamê û Riyadê de. Li ser vê yekê lêkolînerê kar û barên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn Calvin Wilder ji ajansa me re got: "Hin destwerdan di navber avan her du însiyatîfan de ji Riyadê hene. Erebistana Siûdî hewl dide siyaseta xwe ya derve li gorî ku ew kêmkirina pabendbûna Amerîkayê bi Rojhilata Navîn re û li ser bingeha pêşxistina ‎bernameya nokleerî ya Îranê biguhere.  Ev her du mijar dihêle saziya siyasî ya derve ya Siûdî xeteriyeke zêde hîs bike. Bi wê re hewl dide hevbendiyên nû lihevkirinê bi hevrikên xwe yên berê re çêke."

Calvin Wilder ‎wiha domand: "Ruxmî pêşdeçûnên dawî hişt Siûdî di lihevkirina Şamê de lez bike, lê ev însiyatîf di paş perdeyên Riyadê de bi salan e hêdî tev digerîn. Dibe ku li gorîrewşa herêmî ya fireh pêk bê."

Têkiliyên di navbera Riyad û Şamê de xwedî gelek pêlan bû, belkî rageşiya di navbera Siûdî û Îranê û cihêrengiya mijarên Riyad û Şamê xwedî roleke mezin a gurkirina rageşiyê bû. Her wiha vekirina balyozan jî bi awayekî mezin nabe piştgiriya pêkanîna têkiliyan di navbera Şam û Riyadê de.

Wilder pêkanîna têkiliyan di navbera her du aliyan de piştî axaftina li ser vekirina balyozan, bi dûr xist û wiha pê de çû: "Rumxî ew yek gaveke girîng e, lê ev yek îşareteke sembolîk e. Di daxuyaniya fermî ya Riyadê de tê gotin ew bi sîstema Esed re gihaştine aştiyekê, dixwzin hikumeta niha bimîne û bi hev re li ser dozên hevbeş bixebitin ku çareyeke bibînin. Lê hîna valahiyeke mezin di nava her du welatan de heye. Têkiliyên sîstema Esed bi milîsên Îranê û qaçaqciyên hişbirê ku Captagonê derbasî Siûdî dikin hene. Ew xalên nakokiyên ne. jinûvevekirina balyozan nabe çareya otomatîk ji van pirsgirêkan re."

Li ser girêdayî nêzîbkûna Siûdî-Şamê bi hewlên Rûsyayê yên nêzîkbûna Enqere û Şamê Wilder ev tişt got: "Ev hemû însiyatîf heta astekê bi hev ve girêdayî ne. Rûsya xwest ji salan ve dewletên herêmê; ji wan Tirkiye û Siûdî têkiliyan bi Esed re deynin. Ev însiyatîf di dawiyê de li gorî Kremlinê bi encam bûn. Ev nayê wateya ku Rûsya kirdarê bingehîn ên îmzekirina van girêbestan e, lê belê Rûsya destekvanê navneteweyî ya herî xurt ji sîstema Esed re ye û Moskov her tim zext li dewletên din dikir ku têkiliyên baş bi Şamê re deynin."

Washingot ruxmî paşveçûna serweriyah wê li Rojhilata Navîn, çi pêkanîna têkiliyan bi Şamê re red dike. Têkildarî helwesta Amerîka ji gava Siûdî ber bi Şamê ve, Wilder diyar kir ku Amerîka bi tundî têkiliyên herêmî bi Şamê re red dike û wiha got: "Bi nêrîna Washingtonê, ev gav zexta li ser sîstema Esed sivik dikin da ku li ser lihevkirinên siyasî erê bike û sînorekî ji şerê navxweyî re deyne. Dibe ku hin kesên siyasetmedar li Washingtonê hişt ku têkiliyeke Riyadê ber bi vê yekê ve hebe û ji hemû altarnatîfan baştir e. Lê helwesta fermî ya Koşka Spî nayê guhartin."

(fr)

ANHA