Parsekî li Şamê zêde bûye

Di salên dawîn de kolanên Şamê bi parsekan tijî bûne. Çavdêr dibêjin zêdebûna parsekiyê encama xizanî û belengaziya gel e û hebûna torên parsekiyê ye ku tê texmînkirin ev tor girêdayî hikumeta Şamê bin.

Parsekî li Şamê zêde bûye
30 adar, 2023   03:31
ŞAM-EŞTAR EBDULFETAH

Aloziya aborî li herêmên hikumeta Şamê gihaştiye lûtkeyê û nîşaneyên pêlên dijwartir ên xizaniyê dide. Li gorî daneyên navneteweyî, ji 2021`an de ji sedî 90`ê sûriyeyiyan di nava feqîrî û hejariyê de dijîn, ji sedî 80`yî wan jî bi nebûna ewlehiya xurekê re rû bi rû ne.

Şopdarên rewşê dibêjin ji ber rewşa xirab a aborî, kolanên Şamê bûne dika sûc, dizî, bikaranîna madeyên hişbirê û parsekiyê û ev jî bandorên pir xirab li civakê dikin. Her wiha ji ber nebûna azadiya nêrîn û derbirînê û tunebûna navendên lêkolînan, tu daneyên zelal der barê asta belavbûna parsekî û sûcan de tune ne.

Li gorî hinek lêkolînan, zêdetirî ji sedî 80`yê parsekan bê cih û war in. Parsek beşa herî lawaz a civakê tên hesibandin, piraniya jiyana xwe di nava belengazî û hejariyê de derbas dikin, her wiha ji kesên dîtir zêdetir di xetereyê de ne. Li gorî lêkolînên Zanîngeha Glasgowê, parsekî girêdayî çavnebariyê ye. Di lêkolînê de tê gotin, hin kesên parsekiyê dikin, ne ji ber ku birçî û bê war in parsê dikin, lê belê ji bo ku madeyên hişbirê bikirin vî karî dikin.  Pirî caran, parsek ji malbatên bêkar in, ên ku narkotîkê bi kar tînin, baweriya wan bi xwe kêm e. Gelek parsek jî qurbaniyên tundî û tacîzê ne.

Di meha Remezanê de, parsekiya bêkontrol û bêhesabxwestin zêdetir tê dîtin. Nexasim ku hinek parsek girêdayî torên xapandin, şelandinê ne û zarokan bi kar tînin. Ji ber ku têkiliyeke xurt di navbera parsekî û bêwariyê de heye, zêdebûna parsekiyê jî dê yek ji encamên mentiqî yên erdheja 6`ê Sibata 2023`yan be.

Li Sûriyeyê, yek ji sedemên belavbûna vê diyardeyê, bêçaretiya hikumetê, bihabûn, rewşa jiyanî ya xirab, bêkarî, mûçeyên kêm ên li herêmên hikumeta Şamê ne. Her wiha komeleyên biruxset ên ku rê li parsekî û xizaniyê nagirin jî dibin sedema zêdebûna vê diyardeyê.

BÊÇARETIYA HIKUMETÊ Û BIHABÛN

Tevdîrên ne plankirî yên hikumetê yên têkildarî bihakirina madeyên xwarinê, xistina meriyetê ya kartên temwînê, kêmkirina saetên kehrebeyê, daketina nirxê lîreya Sûriyeyê li hember pereyên biyanî hişt ku nirxê kel û pelan û madeyên bingehîn ên jiyanê biha bibe. Ev siyasetên aboriyê yên şaş êşa civakê girantir kir.

Um Ehmed El Misrî di wê der barê de got, “Li gundewarê Şamê-Qelemûn kehrebe bi saetan tê qutkirin. Hewa sar an germ be, kehrebe di nava 24 saetan de tenê saetekê tê. Tevgera pîşezasiyê rawestiyaye, nirxê madeyan jî her diçe bihatir dibe, her zêdetirî mehekê peyamek ji karta temwînê tê da ku em gazê werbigirin. Ez nizanim di vê rewşa trajîk de ezê çawa alîkariya malbata xwe biki.”

Planên hikumeta Şamê ji bo ciwanan jî tune ne, lewma her ku diçe bêkarî zêdetir dibe. Xwendekara ku Fekulteya Zanistên Siyasî ya li Şamê bi dawî kiriye û ji ber sedemên ewlekariyê navê xwe negot, dibêje: “Dema ku min di fekulteyê de dest bi xwendinê kir, min texmîn dikir ku ez ê karibim di beşên cuda de kar bikim. Lê belê rewş cuda ye. em li benda pêşbirka Wezareta Karên Derve man, lê pêşbirka wê tenê ji bo hin temenan bû, şertên wê jî pir zehmet bûn, cih jî berê hatibûn diyarkirin. Ji ber wê yekê difikirim ji derveyî beşa xwe kar bikim. Hin hevalên min ên xwendina bilind temam kiribûn, dawî li jiyana xwe anîn.”

Mûçeyên karmendên beşên taybet û giştî li herêmên serweriya hikumeta Şamê nêzî 150  hezar lîreyên Sûriyeyê (23 dolar) e, lê belê bi giştî heqdestî nêzî 90 hezarî ne (nêzî 15 dolaran). Ev mûçe ne li gorî buhayên piraniya madeyên li sûkê ye. Li gorî texmînan, malbata sûriyeyî ya ji 5 kesan pêk tê, mehane herî kêm pêdiviya wê bi 1.8 milyon lîreyê heye (280 dolar) heye.

KOMELE

Li heman herêman, karên ji bo ruxsetkirina komeleyan û tedbîrên tund yên girêdayî erêkirina saziyên ewlekariyê, standina ruxsetan zehmet dike û di karê şopandinê de gelek astengiyan derdixe.

Çalakvana sivîl a ji bajarê Humsê ku ji ber sedemên şexsî navê xwe eşkere nekir, dibêje: “Komeleyên li ser erdê kar dikin, tenê yên alîkariyan in, paketên xwarinê bi awayekî demkî belav dikin û pereyan kom dikin. Karê wan ne ji bo amadekaririna kadroyên ciwanan in. Ew pereyan tenê ji bo razîkirina hin aliyên ser bi hikumetê ve xerc dikin, pere û projeyan naxin xizmeta kesên muhtac.”

Heman kes tîne ziman ku rewş li Humsê pir xirab e, kolan bi parsekan dagirtî ne, lêgerîna tiştan di nav zilêşê de jî pir belav e, bi taybet li cem zarokan, nirxê kel û pelan biha ye û dibêje: “Komeleyên ruxsetkirî yên li Humsê tu bandorek erênî li zarokên kolanan û parsekan nekiriye.”

DÛRKETINA JI PERWERDEYÊ

Sedemeke belavbûna parsekiyê jî, kêmasiyên Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta Şamê ye ku materyalên li gorî xwendekaran amade nake. Ruxmî ku perwerde bê pere ye jî, lê belê pir kêm tu dibînî ku xwendekarek dersên taybet nastîne û li peymangehên taybet naxwîne. Saeta kursên taybet ji 5 heta 20 hezar lîreyên Sûriyeyê. Ji ber ku mamoste li dibistanên hikumetê kêm in, xwendekarên refa 9`an ji bo ku kursên taybet bistînin, rojane pêdiviya wan bi 10 hezar lîre heye. Gelek mamoste ji ber kêmbûna mûçeyan dev ji kar berdidin. Mûçeyên mamosteyên li dibistanên hikumetê di navbera 70 û 100 hezar lîreyî de ye, yên mamosteyên zanîngehê jî 260 hezarî derbas nake.

Pirsgirêkên civakî yên li Sûriyeyê, bi taybet ên piştî destpêkirina aloziyê derketine bê hejmar in. Koçberkirina ku aliyên dest li pisgirêka Sûriyeyê werdaye, daye ferzkirin, hişt ku sûriyeyî her tim perîşan û bê îstiqrar bin. Mehrûmkirina welatiyan ji malên wan û guhertina demografiyê dihêlin ku rêbaza bidestxistina nan parsekî be.

(c)

ANHA