Encamên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya 2023`yan

Helbestvanên ku di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2023`yan de bi ser ketine, hatin eşkerekirin.

Encamên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya 2023`yan
29 adar, 2023   11:48
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê bi civîneke çapemeniyê encamên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2023`yan eşkere kir. Civîna çapemeniyê li Navenda HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên HRRK`ê û endamên komîteya nirxandina helbestan hat lidarxistin û daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Nirxandina Helbestan Omran Yûsif ve hat xwendin.

Omran Yûsif diyar kir ku wan di 1`ê Çileya 2023`yan bi alîkariya Komeleya “Janê Xelef” a Xêrxwaziyê ya li Brîtanyayê, 3`yemîn Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan da destpêkirin û da zanîn ku îsal zêtirî 30 ciwanên ji hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûn.

Yûsif der barê encamên pêşbirkê de ev agahî parve kirin: “Helbesta asta yekem; 'Ku tu werî' ya helbestvan Ahîn El Omer e, helbesta asta duyemîn; 'Were' ya helbestvan Dilyar Osê ye, helbesta asta sêyemîn; 'Baskên kevokê' ya helbestvan Xecê Îsa ye.”

Her sal di pêşbirkê de tenê 3 helbestên serkeftî tên diyarkirin, lê îsal wekî rewşek awarte helbesta bi navê “Hîna li vi rim” ya helbestvan Mehmûd Misto jî di asta çaremîn de bi ser ket.

Piştî daxuyanî hat xwendin, endamê Komîteya Nirxandina Helbestan Kemal Necim jî axivî û bal kişand ser taybetiya Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2023`an a îsal û wiha dom kir: “Li gorî salên berê, îsal asta helbestên ku beşdar bûne baştir bû. Ji ber vê yekê me zehmetî di hilbijartinê de dît. Her helbestvanê ku beşdarî pêşbirkê bibû hêjayî xelatê ye.”

Navên kesên ku îsal di Komîteya Nirxandina Helbestan de cih girtibûn ev in: Lemaa Elî, Ednan Hesen, Stêrê Çelo, Kemal Necim Ehmed Huseynî, Omran Yûsif û Ebdulselam Xoce.

Tê payîn ku helbestvanên serkeftî di dema pêş de bi şahiyekê bên xelatkirin.

(sb/c)

ANHA