Hikumeta Şamê hemû bender girtin

Hikumeta Şamê ragihand ku ji ber rewşa xirab a hewayê hemû benderên li welat girtine.

Hikumeta Şamê hemû bender girtin
29 adar, 2023   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke ser bi hikumeta Şamê ve, li gorî Gerînendetiya Benderan ragihand ku ji ber rewşa xirab a hewayê û bayê xurt hemû benderên li welat û di nav de bendera Tartûsê ya bazirganiyê, hatine girtin.

Ji ber bayê xurt gelek burcên li ser xeta sereke ku kehrebeyê didin herêmê ketin xwarê û di kehrebe qut bû.

(fr/c)