​​​​​​​Heyva Sor a Kurd erebeyeke ambûlansê da taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erebeyeke ambûlansê pêşkêşî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê kir.

​​​​​​​Heyva Sor a Kurd erebeyeke ambûlansê da taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
28 adar, 2023   03:28
HELEB - MIHEMED EBDO

Bi amadebûna rêveberên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê û hevserokên Meclisa Tenduristiyê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  duh erebeyeke ambûlansê da nexweşxaneyê.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Emîn diyar kir ku piştî wan rewşa tenduristiyê ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şopand biryar da ku li gorî derfetên heyî destekê bidin herdu taxan.

Emîn destnîşan kir ku ji rêbazên herî girîng ên destekdayîna qada tenduristiyê ew e ku bersiveke lezgîn ji nexweş an jî birîndaran re were dayîn û bi rêya wesayîtên ku bi alavên bijîşkî hatine amadekirin, wan veguhêzin navendên tundirstiyê.

Emîn anî ziman ku ev destekdayîn erka wan a exlaqî û mirovî ye.

Hesen Emîn serkeftin ji hemû xebatkarên tenduristiyê yên ku li herdu taxan dixebitin û xizmeta civakê dikin re xwest.

Ji rêveberên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir Dr. Xelîl Sebrî spasiya Heyva Sor a Kurd kir û got:" Ji ber bûyerên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rû dan wek rûxandina avahiyan û karesata erdheja 6'ê Sibatê, girîng e ku destek ji bo qada tenduristiyê were dayîn."

Dr. Xelîl Sebrî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku erebeya ambûlansê dê bikeve xizmeta şêniyên herdu taxan.

(dm)

ANHA