​​​​​​​Ji Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê pêngavên alîkariya bi hewcedaran re

Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê ya girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya meha Remezanê dest bi pêngavên alîkariyê kiriye.

​​​​​​​Ji Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê pêngavên alîkariya bi hewcedaran re
28 adar, 2023   01:50
QAMIŞLO-XALID ETÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca xurtkirina hevgirtina civakê, bi taybetî di meha Remezanê de gelek pêngavên ferdî û yê komî yên alîkariya bi hewcedaran re tên lidarxistin.

Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê ya girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya meha Remezanê dest bi pêngavên alîkariyê kirin.

ÎNSIYATÎFEK JI BO SIVIKIRINA BAR E

Gerînendetiya Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê ya Kongreya Îslama Demokratîk Gulistan Ezîz anî ziman ku Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê 90 milyon lîreyên Sûriyeyê  kom kirine da ku di vê mehê de pêşkêşî hewcedaran bike û barên wan sivik bike.

Li  gorî Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê, ne tenê pere tê pêşkêşkirin, di heman demê de cilên nû, 70 seriyên pez û çêlek hatine amadekirin û dê li malbatên hewcedar werin belavkirin.

Li gorî bernameya Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê ya meha Remezanê, wê 2 hezar û 100 pakêtên xwarina fitarê û hezar û 500 pakêtên xwarinê li hewcedaran werin belavkirin. Ji bo Cejna Remezanê jî dê cilan pêşkêşî hezar zarokan bike. Dîsa jî dê di navbera 200 hezar heta 300 hezar lîreyên Sûriyeyê li malbatan belav bike û derman pêşkêşî 70 nexweşên li navçeya Dirbêsiyê bike.

Gulistan destnîşan kir ku di vê mehê de tevlêbûna pêngava komkirina alîkariyan baş e û got, pêngav hîna berdewam e.

Li gorî rayedarên Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê, pêngava belavkirina alîkariyan  li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. Pêngav  di serî de ji bo astengdaran, jinên bî, sêwî û koçberan e. Armanca hevgirtinê ji vê pêngavê xurtkirina rihê hevgirtina civakê ye.

Tê destnîşankirin ku li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna van pêngavan hatine lidarxistin.

(şx)

ANHA