​​​​​​​Êrişên Amerîka-Îranê li Sûriyeyê; cerbiandin û naskirina helwestê ji bo pêvajoya bê - Yehya EL HEBÎB

​​​​​​​Êrişên Amerîka-Îranê li Sûriyeyê; cerbiandin û naskirina helwestê ji bo pêvajoya bê - Yehya EL HEBÎB
28 adar, 2023   00:41

Di çend rojên dawîn de, di navbera hêzên Îranê yên piştgiriyê didin hikumeta Şamê û hêzên Amerîkayê yên di bin sîwana Koalîsyona Navneteweyî de li gundewarên Dêrazor û Hesekê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rageşî derket. Bi vê yekê rêgeha bûyerên dema pêş jî hinekî zelal dibin.

Êrişên hêzên Îran û Amerîkayê li rojhilatê Sûriyeyê bi gefên dawîn ên Amerîka û Îsraîlê yên têkildarî êrişkirina Îranê ve hatin girêdan, lê belê ev mantiqî nîn e. Ji ber ku Îranê pêvajoya xetereyê ji zû de derbas kiriye. Ji wê jî zêdetir, Îran piştî serdana şandeya Ajansa Atomê ya Navneteweyî û nirxandinên wê yên erênî têkildarî şêwirên bi rayedarên Îranê re, her wiha li gel vegerandina têkiliyên bi gelek welatên Ereban re, tevî Îmarat û Erebistana Siûdî jî, Îran rihettir bûye.

Ev êrişên li rojhilatê Sûriyeyê heta radeyeke mezin bi encamên şêwirên Rûsya, Tirkiye, Îran û hikumeta Şamê ve girêdayî ne. Ev şêwirên ku di çarçoveya hewldanên Rûsyayê yên guhertina rewşê li Sûriyeyê ji aliyekî ve û zexta li ser Amerîkayê ji aliyekî din ve, nexasim li gel berdewamkirina şerê Ukrayna û Rûsyayê, ji bo nêzîkkirina dewleta Tirk û hikumeta Şamê, pêk tên.

Ruxmî ku hikumeta Şamê û çapemeniya wê behsa taloqkirina şêwirên di navbera wan aliyan de dikin jî, lê belê dibe ku ev ne rasyonel e. Dibe ku daxwazên Şamê û Rûsyayê yên radestkirina gelek herêman û bi taybet rêyên navneteweyî, ji Tirkiyeyê hebin. Lê belê peymanên di dirêjahiya salên aloziya Sûriyeyê de pêk hatine, bi taybet ên ji dema destpêkirina rêgeha Astanayê û radestkirina gelek herêman ji aliyê Rûsya û hikumeta Şamê ve ji bo Tirkiyeyê, nîşan nadin ku ew girîngiyê didin rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyeyê.

Astengiyên ku rêgeha nêzîkbûnê dereng dixin, dan û standin û bazarên li ser çawaniya pêkanîna plana nêzîkbûnê ne. Gelo dê encamên wê çi bin?

Di vê çarçoveyê de, aliyên ku li ser armancan li hev kirine, li ser mijarên sereke bi nakok in. Ji bo Rûsya, Îran û hikumeta Şamê serî pêşîn ew e ku fişarê li hêzên Amerîkayê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Ji bo Tirkiyeyê jî, mijara girîng ew e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her hebûneke Kurdan a li herêmê bi dawî bibe da ku dagirkeriya xwe firehtir bike.

Xuya ye ku Îran û komên girêdayî hikumeta Şamê hatine hilbijartin da ku zextê li hêzên Amerîkayê yên li rojhilatê Sûriyeyê bikin. Ji ber ku Îran li gundewarên Dêrazorê, çargoşeyên ewlehiyê yên li Hesekê û Qamişloyê xwedî hêzeke mezin e, her wiha di demên dawîn de hewl da têkiliyên xwe bi rûspiyên eşîran re xurttir bike.

Ev senaryoya tê texmînkirin, bi rêya êrişên dawîn ên li dijî baregehên Amerîkayê yên li gundewarên Hesekê, Dêrazorê û daxuyaniya fermî ya Îranê, diyar dibe. Ji ber ku cara yekê Navenda Şêwirê ya Îranê bi daxuyaniyekê Amerîkayê li ser hedefgirtina navend û hêzên xwe hişyar kir û got: “Destê me dirêj e, eger navend û hêzên me li Sûriyeyê bên hedefgirtin, em dikarin bersivê bidin.”

Pêkhatina vê senaryoyê li ser bersiva Amerîkayê ya li hember van zextan, dimîne. Her wiha bi îhtimala dûrketina Tirkiyeyê ji helwesta Amerîkayê ve girêdayî ye ku Rûsya jî vê dixwaze. Li rex wê jî, têkildarî rêgeha pêkanîna dan û standinên din ên Rûsya-Tirkiyeyê ye. Lê ruxmî van jî, xuya ye ku rageşiya Amerîka û Îranê ji bo pêkanîna vê senaryoyê û naskirina helwesta Amerîkayê, cerbandinek e.

(şx/cx)

ANHA