​​​​​​​Şehîdên YAT’ê li Helsînborgê hatin bibîranîn

9 şervanên YAT’ê yên ku 15’ê Adarê di encama qezeya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn, li bajarê Helsînborg ê Swîsreyê hatin bîranîn. Malbata Şervan Kobanê û gelek welatparêz tevlî bîranînê bûn.

​​​​​​​Şehîdên YAT’ê li Helsînborgê hatin bibîranîn
26 adar, 2023   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo fermandarê YATʹê Ebdo Ehmed Ebd (Şervan Kobanê), şervan ên YTAʹê Nejbîr Mehmûd Hemdo (Feraşîn Baran), Hemdiya Seydo Seydo (Dîdar Dêrik), Berfîn Bîlal Rifet (Rojeng Rifet), Rênad Îzedîn Elî (Xebat Dirbêsiyê), Hadî Hemdûş Zahir (Dogan Efrîn),  Mecîd Silêman Mihemed (Harûn Rojava), Elaa Ednan Hemûd (Hogir Dêrik), Diwêş Ehmed Omer (Koçer Dêrik) yên ku 15’ê Adarê di encama qezeya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn, li bajarê Helsînborg ê Swîsreyê merasîmê bîranînê hat lidarxistin.

Li ser navê malbatê ap û xaltîka Şervan Kobanê axivîn. Malbatê diyar kir ku li gel ku dema Şoreşa Rojava dest pê kir Şervan Kobanê di temenek biçûk de bû û li Ewropayê dijiya, tevlî têkoşîna berxwedan û azadiyê bûye. Malbatê got: “Şervan ne tenê şehîdê me, şehîdê tevahî Kurdistanê ye. Em bi wî serbilind in. Em ê bibin şopdarê rêya wî."

Her wiha di axaftinên bîranînê de wiha hate gotin: “Şehîdên ji bo gelê xwe pêşengiya berxwedana li hemberî dagirkeran kirin. Em ê bi şopdariya rêya şehîdên xwe bîranînên wan zindî bihêlin.ʹʹ

Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.