Nerazîbûn û çalakiyên gelên Îranê berdewam in

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, nerazîbûn û çalakiyên ku piştî qetilkirina ciwana Kurd Jîna Emînî dest pê kiribûn, tevî zexta dewleta Îranê di rojên betlaneya Newrozê de jî berdewam dikin.

Nerazîbûn û çalakiyên gelên Îranê berdewam in
27 adar, 2023   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, duh li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê gel li dijî girtina Mamosta Silêman Ebdî ku yek ji endamên encûmena pîşeyî ya mamostayane, çalakiyek nerazîbûnê li ber rêveberiya perwerê ya bajêr li dar xist.

Di çalakiyê de bi dehan mamosta amade bûn û daxwaza berdana Silêman Ebdî û bi dawîanîna zextan kirin.

Mamosta Silêman Ebdî ji ber ku li ser gora Jîna Emînî axivîbû, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatibû binçavkirin.

Li aliyê din ji ber rewşa zehmet ya jiyanê, bihabûna pêdawîstiyên rojane û zêdenekirina mûçeyan, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê karmend nerazîbûn nîşan didin.

Divê çarçoveyê de duh li parêzgeha Xuzistan gelek karmendên teqawîtbûyî xwepêşandanek li dar xist.

Li bajarê Ewhwaz û Şoreş ên ser bi parêzgeha Xuzistanê jî hejmarek zêde ya xanenişînên tora çavdêriya civakî carek din ji bo başkirina rewşa jiyanê çalakî lidarxistin.

(cx)