ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-03-2023
26 adar, 2023   23:00

-Bi dirûşma "Meşaleya Newrozê azadî û aştî ye", partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê çalakiyekê ji bo şermezarkirina komkujiya li Cindirêsê û bi daxwaza bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û bakurê Sûriyeyê li pêşiya baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê li dar dixin, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi dirûşma "Şano derbirîna mûzayîka gelan eʹ 6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê dest pê dike, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-“Rastiya me ya gel di warê taybetmendiyên xwe yên dîrokî yan jî rojane de bila bê nirxandin, rêya ku jê re bihata dayîn, encax rêya rizgariya lehengane bû. Heke îhtîmaleke herî kêm a jiyanê li çiyayan, di nava girseyê de, di gelek qadên xebatê de hebe, hûn ê derfetên mezin ên pêşketinê bibînin.” (BI WÊNE).

- Welatiyên Hesekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku Rêxistina Mafên Mirovan û CPT'yê bi bêdengiya xwe dibin hevkarên dewleta Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çend rojên borî de asta êrişên di navbera komên ser bi Îranê ve û hêzên Amerîkayê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zêde bûn. Washingotin û Til Avivê gefên êrişan li dijî Tehranê xwarin. Gelo sedemên vê rageşiyê çi ne û ber bi ku ve diçin? (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Şanoyê di dirêjahiya dîrokê de cihekî mezin girt û li jiyana gelek kesayetên navdar ên ji etnîk û neteweyên cuda bandor kir. Ji lew re, li ser şanoyê û bandora wê li ser civakê gelek gotin hatin kirin. (BI WÊNE).

- Yek ji nivîskarên şanoyê yê navdar ê di sedsala 20ʹî de, Bertolt Brecht dibêje: “Nanekî û şanoyekê bide min ez ê gelekî rewşenbîr bidim te”. Brecht bi vê gotinê balê dikişîne ser girîngiya şanoyê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de. Gelo rewşa şanoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di kijan astê de ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA