Merasîma şehîdên YAT’ê destpê dike

Cenazeyên 9 şervanên YAT`ê ji nexweşxaneyê hatin wergirtin û anîn Stadyuma Serdem.

Merasîma şehîdên YAT’ê destpê dike
22 adar, 2023   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

cenazeyên 9 şervanên YAT’ê ku 15’yê Adarê li Başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopterê de şehîd bibûn, ji Nexweşxaneya Şehîd Sarya a li Hesekê hatin wergirtin.

Cenazeyên şehîdan bi karwanekî seyareyan anîn heta pêşiya stadyuma Serdem a ku dê merasîm lê bê lidarxistin. Li vir jî cenaze li ser milan anîn navan stadyûmê.

Piştî anîna cenazeyan wê merasîma leşkerî dest pê bike û piştire axaftin werin kirin.

(ekip)

ANHA