​​​​​​​Artêşa Tirk Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê bombebaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker 43 caran bombe li çeperên berxwedanê yên li qadên Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê barandin.

​​​​​​​Artêşa Tirk Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê bombebaran kirin
21 adar, 2023   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “20 û 21'ê Adarê li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî û li qadên Çemço û Sîdayê, çeperên me yên berxwedanê 43 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."