​​​​​​​Ji Newroza Helebê: Kes nikare agirê Newrozê vemirîne

Di axaftinên li Newroza Helebê de, hat destnîşankirin ku kes nikare agirê Newrozê vemirîne û hat gotin “Newroz bi saya fedakariyên şehîdan û Berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê tê pîrozkirin.”

​​​​​​​Ji Newroza Helebê: Kes nikare agirê Newrozê vemirîne
21 adar, 2023   10:59
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hin taxên din ên Helebê ji saetên sibehê de Newroza 2023`yan bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” pîroz dikin. Pîrozbahiya Newrozê li herêma Şiqeyif a Şêxmeqsûdê tê lidarxistin. Şênî bi cilên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûne û di nava dorpêça hikumeta Şamê de Newrozê pîroz dikin.

Di pîrozbahiyê de qeydên deng ên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê hatin guhdarîkirin.

Piştre ji Fermandarê YPG`ê Şervan Efrîn axivî. Efrîn Newroz pîroz kir û bal kişand ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şopandina rêya şehîdan.

Efrîn di axaftina xwe de bal kişand ser projeya demokratîk a li herêmê jî û got: “Projeya me projeyek demokratîk e, ji ber wê sîstemên desthilatdar ji bo têkbirina me bûne yek. Lê belê bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, em ê heta têkbirina planên wan têkoşîna bidomînin û dagirkeran ji herêmên xwe derxînin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Amna Xidro jî Newroz li Rêber Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê pîroz kir.

Amna diyar kir ku Newroz bi saya fedakariyên şehîdan tê pîrozkirin û got: “Dê cejnên me bi dawî nebin, dê ruxmî hemû dijberên me jî dewam bikin, ji ber Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê ji bo me li ber xwe dide, em jî wê berxwedanê û hêzên xwe xwedî derdikevin.”

Pîrozbahiya Newrozê bi coş didome.

(cx)

ANHA