Xerîb Hiso: Erka sereke ya gelê me azadkirina Rêber Abdullah Ocalan e

Hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan rihê Newrozê vejand, meşaleya Kawayê Hesinkar pê xistiye bi hezaran salan dewam kir û radestî şehîd Mazlûm Dogan hat kirin.

Xerîb Hiso: Erka sereke ya gelê me azadkirina Rêber Abdullah Ocalan e
21 adar, 2023   11:30
HESEKÊ

Newroza Hesekê bi dirûşma ′Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin′ li herêma bendava rojhilatê bajêr dewam dike.

Piştî agirê Newrozê hat pêxistin, beşdarên pîrozbahiyê li qeydê deng ê Rêber Abdullah Ocalan ê li ser Newrozê, wate û girîniya wê guhdarî kir.

Dûre Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî, Cejna Newrozê li tevahî gelan pîroz kir û got: "Me hêvî dikir ku Newroza 2023′yan bi coşeke mezintir pêşwazî bikin. Lê agahiya şehîdbûna 9 şervanên YAT′ê em êşandin. Ji lew re em sersaxiyê ji gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin. Em Newrozê li gelê xwe pîroz dikin. Divê Newroz bibe Newroza serkeftin û aştiyê."

′NEWROZ ROJA SERKEFTINA ÎRADEYÊ YE′

Hiso diyar kir ku Newroz roja serhildan û serkeftina îradeyê ye û têkoşîna Newrozê heta roja îro dewam dike û tê pîrozkirin.

Hiso destnîşan kir ku meşaleya Newrozê mîrasa gelê Kurd û civaka Mezopotamyayê ye û wiha dom kir: “Ev şoreş, şoreşa yekemîn e di dîroka gelê Kurd de ku li hember tevahî siyasetên li dijî Kurdan, heta niha dewam dike. Girseya li vê derê kom bûye, nîşaneya wê yekê ye."

MEŞALEYA NEWROZÊ BI SAYA FEDAKARIYÊN ŞEHÎDAN HER TIM PÊXISTIYE′

Hiso, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha dom kir: "Rêber Ocalan rihê Newrozê ji nû de vejand. Meşaleya ku Kawayê Hesinkar pêxistiye, bi hezaran salan ajot û radestî şehîd Mazlûm Dogan kir, yê li dijî dijmin li girtîgeha Amedê canê xwe kir xeleka agir."

Hiso bal kişand ser bilindkirina berxwedan û têkoşînê û ev tişt anî ziman: "Berpirsiyariya me mezin e. Ji lew re, divê gelê me ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêxistina xwe xurttir bike, 2023′yan bike sala azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan. Yek erka gelê me yê demokratîk heye, ew jî azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Hevserok Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah jî axivî, sersaxî ji malbatên 9 şehîdên YAT′ê re xwest.

NEWROZ SEMBOLA SERKEFTINA BAŞÎ LI DIJÎ NEBAŞİYÊ YE′

Semer diyar kir ku Cejna Newrozê roja nûkirinê ye û wiha dom kir: “Newroz sembola serkefitna başî li dijî nebaşiyê ye, serkeftina ronahiyê li dijî tarîtiyê ye. Destana tunekirina zilm û koletiyê ye, dema ku Kawayê Hesinkar meşaleya azadiyê pê xist û berbangek nû hil hat.”

Semer diyar kir ku divê pêkhate li Rêveberiya Xweser xwedî derkevin û ev bang kir: “Em têkoşîna xwe xurt bikin, li dora rêveberiya xwe kom bibin. Bi hebûn û hevgirtina xwe em ê karibin hemû gef û planan têk bibin.”

Newroza Hesekê bi stran û şanoyê dewam dike.

(fr/cx)

ANHA