​​​​​​​Di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de agirê Newrozê geş bû

Tevî hemû zext û gefên dewleta Îranê jî li Rojhilatê Kurdistanê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike. Îsal Newroz bi serhildanê re tê pîrozkirin.

​​​​​​​Di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de agirê Newrozê geş bû
21 adar, 2023   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome.

Duh li tevahî bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hate pêxistin.

Li bajarê Seqiz bi sedan kesan berê xwe da goristanên kesên di serhildanê de jiyana xwe ji dest daye. Bi sedan kes tevî malbata Jîna Emînî çûn ser gora jina ciwan a Kurd Jîna Emînî. Jîna Emînî li ser gora xwe hate bîranîn û Newroz li hemû kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, hate pîrozkirin.

Di merasîmê de sirûdên şoreşgerî, dirûşmên li dijî desthilata Îranê hatin berzkirin. Her wiha li Seqizê, li ser serê çiya bi agir navê rêber Abdullah Ocalan hate nivîsandin.

Li bajarên Sine û Bokanê jî dayikên zarokên wan hatine qetilkirin, bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û “Şehîd namirin” Newroz pîroz kir û li ser goristanan zarokên xwe bi bîr anîn.

Duh bi şev li bajarên Sine, Mehabad, Pîranşar, Şino, Bokan, Seqiz, Dêwlan, Kamyaran û gelek herêmên din, ciwan daketin kolanan û dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin. Ciwanan nerazîbûna xwe ya li dijî desthilata Îranê nîşan da.

Li gorî agahiyan û dîmenên hatine belavkirin, li bajarên Sine, Dêwlan, Bokan û Seqizê di navbera ciwan û hêzên dewleta Îranê de ji ber êrişa hêzên Îranê alozî çêbûye û gelek xwepêşander birîndar bûne.