Li Amedê gel berê xwe daye qada Newrozê

Li Amedê gel ber bi Parka Newrozê ve dimeşe ku dê pîrozbahî lê bê lidarxistin.

Li Amedê gel berê xwe daye qada Newrozê
21 adar, 2023   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Newroza 2023'yan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" hate pîrozkirin.

Newroza îsal diyarî qurbaniyên erdheja 6'ê Sibatê ya li Mereşê hate kirin. Fînala Newroza îsal jî li Amedê tê kirin.

Girseya gel bi berbanga sibehê re berê xwe da Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê.

Zêdebûna tevlêbûna jin û ciwanan balê dikişîne. Girseya gel demeke dirêj li qadê li bendên kontrolê hate rawestandin.

Ji pênc baskan ve mirov dikevin hundirê Parka Newrozê. Li Bulwara Qamişloyê 2 bend, li kolana Newrozê û li taxa Bagcilarê jî 4 bendên cuda yên kontrolê yên polîsan hene.

Piştî ku têketina li qadê dest pê kir, saet di 09:30'î de girseya gel ji deriyê protokolê herikî qadê.

Dika Newrozê ji ber qurbaniyên erdhejê bi rengê reş hate xemilandin û peyama "Bila serê gelê me sax be" li dikê hate daliqandin.

Her wiha posterê Jîna Emînî yê bi nivîsa "Bi tayê porê Jîna Emînî em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin" û posterê Kemal Kûrkût ê bi nivîsa "Kemal Kûrkût namire" li qada Newrozê hatin daliqandin.

Li qada Newrozê gelek pankartên cuda hatin hildan. Jin û ciwan bi kincên neteweyî tevlî çalakiyê bûn.

Jin û ciwanên ku bi alên Amedspor, kesk, sor û zer ketin hundirê qadê, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan.

Girseya gel li ber dirûşm, tilîlî û çepikan ber bi qada Newrozê ve diherike.