​​​​​​​Şêniyên Qamişlo 192 şehîdên meha Sibat û Adarê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo îro bi merasîmekê 192 şehîdên meha Sibat û Adarê ku li cih û demên cuda şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo, bi bîr anîn.

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo 192 şehîdên meha Sibat û Adarê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo 192 şehîdên meha Sibat û Adarê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo 192 şehîdên meha Sibat û Adarê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo 192 şehîdên meha Sibat û Adarê bi bîr anîn
16 adar, 2023   17:54
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajêr, malbatên şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl, tevger civaka demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star hazir bûn.

Berdevkê Însiyatîfa Sûriye ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzenda Munzir axivî û şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê û fedekariyên wan di oxira azadî û jiyana bi rûmet de, dane bi bîr anîn.

Munzir wiha domand: “Ev ne tenê şehîdên bajarê Qamişloyê ne, lê belê ji tevahî perçeyên Kurdistanê û dervayî welat jî hene. Bi şehadeta xwe biratiya gelan temsîl kir. Kesê ku dixwaze destkeftiyên xwe biparêze, divê xwedî li fedariyên şehîdan derkevin.”

Munzir bal kişand ser şoreşa Mendêla ya li Başûrê Afrîkayê û got; Şoreşa Mandêla û girêdana gel bi fikra wê û xwedî lê derketin karîn sîstemek azad demokratîk pêk bînin.

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya Sûriyeyê Ferzenda Munzir di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Şehîd qubleya me ne ku ji wan hêz û rêya rastîn digirin."

Di dawiya merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Rêvîn Şêxmûs navê 192 şehîdan xwend.

(dm/şx)

ANHA