​​​​​​​Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber revandina cenazeyekî xwepêşandan

Bi hezaran şêniyên bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina kuştina girtiyekî di bin îşkenceyê de û revandina cenazeyê wî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve, daketin xwepêşandanan.

​​​​​​​Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber revandina cenazeyekî xwepêşandan
16 adar, 2023   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj News`ê da zanîn piştî ku girtiyê bi navê Şêrzad Ehmedî di bin îşkenceya de ji aliyê Artêşa Pasdarên Îranê ve hate kuştin, bi hezaran şêniyên bajarê Bokanê daketin qadan û siloganên hilweşandina rejîma Îranê berz kirin û rêyên sereke girtin.

Dema ku şênî ji bo merasîma oxirkirina Şêrzad Ehmedî kom bibûn, hêzên ewlehiyê yên Îranê bajarê Bokanê dorpêç kir, cenaze revand û ew dûrî şêniyan veşart.

Piştî vê bûyerê li bajêr hêzên ewlehiyê belav bûn, înternêt hat qutkirin û bendên kontrolê li derdora bajêr hatin danîn, her wiha li nav bajêr xwepêşandan li dar ketin.

Di vê dawiyê de, nexasim piştî mijara jehrîkirina xwendekarên keçîn, xwepêşandan û tevgera şêniyan li dijî rejîma Îranê zêdetir bûn.

Di rapora navendeke serjimariyê ya Îranê de hate eşkerekirin ku hejmara welatiyên ji aliyê rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin, ji destpêka zivistanê ve û li gorî 15 salên dawîn de, bi rêjeya ji sedî 24 zêde bûye.  

Di heman raporê de hat destnîşankirin ku ji sala 2008`an ve heta 2022'yan her 17 saetan kesek dihat darvekirin, lê belê ji destpêka 2023'yan ve ew hejmar gihîşt zêdetir bû ku niha her 14 saetan kesek tê darvekirin.

(mh/şx)