​​​​​​​Diyaloga Sûriyeyî bingeha xelaskirina Sûriyeyê ye

Beşdarên panelên diyalogî yên ku MSD`ê li Hesekê û Tirbespiyê li dar xistine, destnîşan kirin ku diyaloga sûriyeyî bingeha veguhastina ber bi Sûriyeyeke nenavendî, ya pirreng û demokratîk û bidawîkirina dagirkeriyê ye.

​​​​​​​Diyaloga Sûriyeyî bingeha xelaskirina Sûriyeyê ye
​​​​​​​Diyaloga Sûriyeyî bingeha xelaskirina Sûriyeyê ye
​​​​​​​Diyaloga Sûriyeyî bingeha xelaskirina Sûriyeyê ye
​​​​​​​Diyaloga Sûriyeyî bingeha xelaskirina Sûriyeyê ye
​​​​​​​Diyaloga Sûriyeyî bingeha xelaskirina Sûriyeyê ye
​​​​​​​Diyaloga Sûriyeyî bingeha xelaskirina Sûriyeyê ye
16 adar, 2023   18:22
HESEKÊ

Bi salvegera 12'emîn a kirîza Sûriyeyê re û bi dirûşma "Şoreşa Sûriyeyê û guhertina Sûriyeyî ya demokratîk", Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) paneleke diyalogê li Hesekê li dar xist.

Panel li navenda MSD'ê ya bajêr û beşdariya kesayetên siyasî yên serbixwe û rûspiyên eşîrên Ereb û tevgerên jinan û rewşenbîran hat lidarxistin.

Panel ji aliyê endama Desteya Rêveber a MSD’ê û endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê ya Hesekê Canda Ehmed ve hat birêvebirin.

Canda wiha axivî: “Ji dema ku partiya Baas hatiye ser desthilatiya Sûriyeyê, gelê Sûriyeyê zehmetiyan dikişînin û rastî zilm û zorê tên, partiya Baas Sûriye ji welatekî pirreng veguhest welatekî yekalî”.

Canda wiha domand: “Serhildana 12’ê Adara 2004’an û kirîza Sûriyeyê ya 2011’an hewldanên bidestxistina mafan bû, lê belê şoreşa Sûriyeyê ji rêya xwe ya aştiyane hat dûrxistin û gelek aliyên ji derve ew şoreş kontrol kir”.

Canda destnîşan kir ku MSD'ê bang li hemû hêzên niştîmanî yên demokratîk kir ku em diyalogeke Sûriyeyî-Sûriyeyî dest pê bikin, ji ber ku ew rêya tekane ya avakirina Sûriyeyeke nenavendî û pirreng e".

Di panelê de her wiha kirîzên li herêmê hatin nîqaşkirin û di encamê de hat destnîşankirin ku hikûmeta Şamê û qaşo opozîsyona Sûriyeyê berpirsên rewşa niha ya Sûriyeyê ne û ku rêya tekane ya bidawîkirina kirîzê diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî û derxistina hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê ye.

TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lcAkCIn3UJA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

 Li navçeya Tirbespiyê MSD`ê panelek bi navnîşan “Asoyên Çareseriya Sûriyeyî” li hola Mala Êzidî li dar xist. Di panelê de endamê Meclisa Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî axivî.

 Nûnerên partiyan, rûspiyên êlan ên navçeyê, endamên saziyên civaka sivîl tev li panelê bûn. Mihemed Elî behsa aloziya Sûriyeyê, sedemên peydenekirina çareseriyeke siyasî ku trajediya sûriyeyan bi dawî bike, kir.

 Her wiha Mihemed Elî destnîşan kir ku hêzên hegemonîk, nakokiyên li herêmê bi kar anîn û li gorî berjewendiyên xwe destwerdana herêmê kir, her wiha aloziya li welêt girêktir kir da ku sûdê jê bigire. Mihemed Elî anî ziman ku MSD`ê, teqezî bi çareseriya siyasî û lidarxistina têkiliyên baştir bi hêz û kesayetên nîştimanî yên sûriyeyî re dike.

 Der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de Mihemed Elî got: “Bi saya fedekariyan û siyaseta hevseng a li herêmê dimeşîne, êdî hêzên navneteweyî hesabê jê re dikin. Lê ev yek ne li gorî dewleta Tirk a dagirker e ku êriş herêmê dike û qada dagirkirina xwe firehtir dike.

 Beşdarên panelê der barê rewşa Sûriyeyê de nêrînên xwe parve kirin. Her wiha têkildarî rêbazên çarseriya siyasî û diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî pêşniyarên xwe anîn ziman.

 (mh,şx)

ANHA