​​​​​​​`Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dergehê çareserkirina kirîza Sûriyeyê ye`

Beşdarên panela diyalogê destnîşan kirin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser dergehê çareserkirina kirîza Sûriyeyê ye, her wiha diyar kirin ku divê diyalog, sûriyeyî-sûriyeyî be.

​​​​​​​`Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dergehê çareserkirina kirîza Sûriyeyê ye`
14 adar, 2023   17:54
MINBIC

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi dirûşma "Bi hev re ji bo sererastkirina şoreşê û avakirina Sûriyeya pêşerojê bi gavên demokratîk" paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de rêbazên çareserkirina kirîza Sûriyeyê hatin nîqaşkirin ku ji 12 salan ve heta roja îro didome.

Panel li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr û bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û saziyên girêdayî wê, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclis û xetên sivîl, partiyên siyasî, rûspî û serokeşîr û Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hat lidarxistin.

Di serî de cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Sultan wiha axivî: "Ji dema ku partiya Baas gihîştiya desthilatdariyê jiyana siyasî ya Sûriyeyê mirî ye, gelek partiyên siyasî hatine paşguhkirin û tenê partiyeke sereke li pêş e, ew jî ya xizanî, gendelî, zilm û nijadperestiyê ye, her wiha hêzên ewlekariyê dest danîne ser hemû beşên dewletê, ev sedem yek ji sedemên destpêkirina kirîza Sûriyeyê bû."

El Sultan wiha domand: "Ji ber van sedeman û gelek sedemên din şoreşa Sûriyeyê ya 15'ê Adara 2011'an bi awayekî aştiyane û bi armanca bidestxistina azadî û rûmetê û bidawîkirina zilm û zorê dest pê kir, lê belê gelek dewletan destwerdana Sûriyeyê kir ku bandor li şoreşê kirin û ew ji rêya wê ya rast dûr xistin."

El Sultan di dawiya axaftina xwe de got: "Yek ji van aliyên ku destwerdan li şoreşê kirine dewleta Tirk a dagirker e ku şoreş veguhest şoreşa talanî û diziyê û komên tundraw ên terorîst li Sûriyeyê peyda kirin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hikûmeta Şamê destek dan wan koman û şoreş bi temamî ji armancên wê yên rast dûr xistin."

Piştre, hevseroka Meclisa Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El Ebûd der barê rewşa gelê Sûriyeyê got: "Gelê Sûriyeyê êdî bûye qurbanê lihevkirin û peymanên herêmî û navneteweyî, ji Cinevê heta Astanayê tu peyman ji bo berjewendiyên gel tune bûn, berovajî wê wan peymanan birîna gelê Sûriyeyê kûrtir kirin."

Ezab El Ebûd destnîşan kir ku her kes herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek dergehê çareserkirina kirîza Sûriyeyê dibînin, ew jî bi saya asta pêş a hêzên siyasî yên herêmê û got: "Projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya aştî û ewlehiyê ye."

Ezab El Ebûd di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên herêmê kir ku bi armanca sererastkirina rêya şoreşa Sûriyeyê bibin yek ji ber ku ew rêya tekane ya avakirina welatekî pirreng e.

Beşdarên panelê destnîşan kir ku divê kirîza Sûriyeyê bi rêbazên aştiyane û bi rêya diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî were çareserkirin.

(mh/şx)

ANHA