Li Kobanê şanoyek bi navnîşan "Gurz" hat pêşandan

Piştî zêdetirî mehekê li ser perwerde û provayan derbas bş. îro şanoya yekemîn li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hat pêşandan, şano bi navê "Gurz" e û ew ê ji bo 3 rojan were pêşandan.

Li Kobanê şanoyek bi navnîşan "Gurz" hat pêşandan
14 adar, 2023   16:50
KOBANÊ

Şanoya "Gurz" ji derhêneriya Meysa Kerho û Necah Îbrahîm e, ew li ser sehneya navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê û bi beşdariya kesayetên siyasî û rêveberî yên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firarê, hat pêşandan.

Di serî de hevserokê navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Osman Elî got: "Em hewl didin ku bi hemû rêbazan, behreyên ciwanên herêmê pêş bixin ku hezkiriyên listikvaniyê ne. Ji bo wê beriya zêdetirî mehekê, me werşeyeke perwerdeyê vekir da ku ciwan xewn û xeyalên xwe di şanogeriyê de pêk bînin.”

Her wiha, rêveberê werşeya perwerdeyê ya şanogeriyê Simko Cûdî wiha axivî: "Êdî dem hatiye ku yên westiyane xewnên xwe pêk bînin.

Der barê şanoyê û armancên wê de derhênera wê Meysa Kerho got: “Em bi rêya şanoyê dixwazin peyamekê bigihînin civakê û cîhanê ku beyî ku cudahiyê bixin nav zayend û neteweyan li dadmendiyê digerin, her wiha derfet û karîgeriyên xwe yên di qada şanoyê de nexasim piştî mehekê ji perwerdeyê nas bikin.”

Tê payîn ku sibe şanoya "Koçberiya Qaqîlbazên Kovî" (Hicret Newaris El Beriye) ya nivîskar Ebas El Hayik û derhêneriya Hebîb Murşid û Bîrwa Kenan were pêşandan.

Roja pêncşemê jî dê şanoya "Wê Rojê" ya helbesta şehîd Herekol û derhêneriya koma şanoyê were pêşandan.

(mh/şx)

ANHA