​​​​​​​Balafireke bêmirov a Amerîkayê kete xwarê

Li gorî Fermandariya Ewropî ya Hêzên Amerîkayê, balafireke bêmirov a Amerîkayê dema li ser Deriyayê Reş difirî kete xwarê piştî ku du balafirên şer ên Rûsyayê rêya wê qut kir.

​​​​​​​Balafireke bêmirov a Amerîkayê kete xwarê
14 adar, 2023   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Ewropî ya Hêzên Amerîkayê ragihand ku du balafirên şer ên Rûsyayê ji cureya Su-27 bi awayekî ne ewle li pêşiya balafireke bêmirov a ji cureya MQ9 derket ku karekî rûtînî li ser Deryayê Reş dikir.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku balafira Rûsyayê li balafira bêmirov a Amerîkayê ketiye, di encamê de hêzên Amerîkayê neçar mane ku balafira bêmirov li ava navneteweyî bixin xwarin.

Fermandariyê eşkere kir ku beriya qezayê balefira şer a Rûsyayê bi awayekî ne ewle û ne pirspor li pêşiya balafira bêmirov sotemenî belav kiriye û diyar kir ku ev bûyer li ser girtekên xeternak ên pîlotên rûs ku li asîmanên navneteweyî pêk tînin mînak e.

Fermandariyê ev bûyer bi “kiryarên dijminane û xeternak” bi nav kir ku dibe sedema gurkirineke ne bi qest.

(şx)