​​​​​​​Bangên azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan didomin

Hevserokê Meclisa bajarokê Hecînê û rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Hecînê soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da û got: "Ramanê Rêber Abdullah Ocalan neteweyî ye, ji ber  dibîne ku bêyî azadiya gelan azadiya gelê Kurd nepêkan e."

​​​​​​​Bangên azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan didomin
13 adar, 2023   04:38
DÊRAZOR

Hevserokê Meclisa bajarokê Hecînê Mehmûd El Mizgar û rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Hecînê Muna El Iweyîd tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir û got, tecrîd hewldaneke ji bo qirkirina gelan e. Her wiha diyar kir ku Rêber Ocalan şoreşgerê dijî zilm û koletiyê ye û hezkiriyê aştiyê ye.

ʹHEWL DIDIN GELAN LAWAZ BIKINʹ

Mehmûd El Mizgar anî ziman ku dewletên kapîtalîst hewl didin bi hemû rêbazan dengê azadiyê yê dijî çavnebariyên mêtîngerî û destpotiyê qut bikin da ku gel lawaz bikin û wê kontrol bikin.

El Mizgar destnîşan kir ku gelên azadîxwaz ji bilî banga azadiyê ya li ser şopa fikrê Rêber Ocalan tiştekî dîtir qebûl nakin.

ʹTECRÎD PLANEK JI BO QIRKIRINA GELAN Eʹ

El Mizgar got, tecrîda li ser Rêbertî planeke dewleta Tirk a dagirker û hêzên hegemonîk e da ku tevgerên rizgariyê tune bikin û planên xwe ên qirkirina gelên azad pêk bînin.

Muna El Iweyîd jî da zanîn ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelan e û komploya hêzên hegemonîk a ji bo girtina wî û bêdengiya wan nîşan dide ku berjewendiyên wan ên hevpar bi dewleta Tirk re hene.

Muna El Iweyîd bang li tevahî gelên aştîxwaz kir ku banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didomînin.

ʹÊRIŞ Û TECRÎD BEŞEK JI KOMPLOYÊ NEʹ

Muna El Iweyîd diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîd beşek ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan e û wiha domand: "Em soz didin ku em ê li hemberî hêzên hegemonîk bisekinin ku hewl didin gelan qir bikin û zextê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin da ku dev ji projeya xwe ya demokratîk û xeta Rêbertî berdin. Bi saya şehîdên xwe em gihiştine vê qonaxê û em ê li ser soza xwe bin."

ʹFIKIREKÎ NETEWEYÎ YEʹ

Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Hecînê Muna El Iweyîd anî ziman ku Rêber Ocalan şoreşgerê dijî zulm û koletiyê ye û hezkiriyê aştiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Ocalan ji bingehê ku pêwîst e gelê Kurd azad bibe dest bi şoreşa xwe kir. Dema xwe di vê dozê de kûr kir dît ku bêyî azadiya tevahî gelên bi hev re dijîn azadiya gelê Kurd nepêkan e. Fikirê Rêbertî bûye fikirekî neteweyî."

(dm)

 ANHA