​​​​​​​Dayika ku ji ber kurekî ne yê xwe ve şehîd bûye: Gulê Selmo

Gulê Selmo, têkoşer û dayika ku ji ber kurekî ne yê xwe ve şehîd bûye.  Heta niha navê Gulê Selmo li ser zimanê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye.

​​​​​​​Dayika ku ji ber kurekî ne yê xwe ve şehîd bûye: Gulê Selmo
12 adar, 2023   23:39
HELEB – MIHEMED EBDO

13'ê Adara salvegera 11'emîn a şehadeta çalakvana Kongra Star (Yekitiya Star berê) û endama Meclisa Gel a Helebê Gulê Selmo ye. Gulê Selmo ji şehîdên pêşîn ên Kongea Star e.

KURTEJIYANA GULÊ SELMO

Gulê Selmo sala 1961'an li gundê Qitmê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ji dayik bûye. Gulê Selmo li deşta gund di nav malbata xwe de ku ji dê, bav, 4 xwişk û 3 birayan pêk tê mezin bû.

Piştî ku Gulê Selmo dizewice li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih dibe. Di salên 80'ê yên sedsala borî de Gulê Semlo fikrê Rêber Abdullah Ocalan nas dike û wekî jineke Kurd erkên ku dikevin ser milê xwe bi cih tîne. Di wê demê de cihê xwe di komîteyên xizmetguzariyê de girt, çalakiyan organîze dikir û alîkariyan kom dikirin.

Bi damezirandina Yekitiya Star di 15ʹê Çileya 2005ʹan de, Gulê Selmo dibe endameke çalak di yekitiyê de.

Ezîme Qasim yek ji cîranên şehîd Gulê Selmo bû got, şehîd Gulê Selmo bi wêrekî û dilpakiya xwe, kesayeta xwe ya bi hêz, heskirina ji kar re dihat naskirin. Ji ber vê yekê cihê xwe di dilê her kesî de çêkir.

Ezîme Qasim da zanîn ku şehîd Gulê malbata xwe veguhest çavkaniya şoreşgeriyê ya li ser şopa fikrê Rêber Ocalan û piştre wê berê xwe da karê rêxistinkirina civakî.

JI BER KUREKÎ NE YÊ XWE ŞEHÎD BÛ

Destpêka Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ya 2012'yan, Gulê Selmo cihê xwe di Meclisa Gel a Taxa Şêxmeqsûdê de girt û bû endameke aktîf di meclisê de. Li kêleka meclisê jî rola xwe ya di Yekitiya Star de bi xurtî dewam kir.

Di 10ʹê Adara 2012`an de, komên çete yên girêdayî derve êrişî anîn ser taxa Şêxmeqsûdê û hewl dan rojnamevanekî ku sûcên wan bi belge dikir, birevînin. Gulê Selmo ku bi lehengî li hemberî çeteyan rabû rojnamevan xelas kir, lê bi guleyekê çeteyan ji serê xwe ve birîndar bû.

Gulê Selmo tavilê ji bo nexweşxaneya Henan a li taxa Eşrefiyê hat veguhestin û di 13'ê Adara 2012'yan de şehîd bû. Cenazeyê şehîd Gulê Selmo li gundê wê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Der barê mijarê de, dayika bi navê Zelîxe Ebdo ku li kêleka şehîd Gulê têdikoşiya got: "Tu zarokên şehîd Gulê Selmo tune bûn, lê belê wê zarokên gel tev wek zarokên xwe didîtin, li ser vê esasê jî ew ji ber parastina hevalê ku bi wê re bû, şehîd bû."

Di 18'ê Gulana 2015'an de cenazeyê şehîd Gulê Selmo ji bo goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya kantona Efrînê hat veguhestin û şehîda yekemîn bû ku li vê goristanê tê veşartin.

Ezîme Qasim anî ziman ku şehîd Gulê  Selmo nimûneya fedakarî û welatparêziyê bû.

Ezîme serpêhatiyeke Gulê Selmo ya beriya şehadeta wê bi 5 rojan bi taybetî di roja 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê parve kir û got: "Ew roj zehmet bûn. Saziyên hikumeta Sûriyeyê çi kesên ku dirûşmên neteweyî berz dikirin digirtin û şahî qedexe dikir. Lê şehîd Gulê Selmo li hemberî wan sekinî, al hildan û çep û rast li ba dikir û bi wêrekî û dengekî xurt dirûşma ʹJin, Jiyan, Azadîʹ qêriya."

Ji bo tolhildana wê, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hemberî êrişî komên çekdar li ber xwe dan û wan ji taxê derxstin. Ji wê demê û heta niha ve şênî bi xwe taxên xwe diparêzin û bi rêve dibin.

GULÊ SELMO  ŞEHÎDA ZINDÎ YE

Ji bo wefadariya bi giyanê şehîd Gulê Selmo, navê wê dan kolana ku tê de hate qetilkirin û  wêneyên wê li kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine daliqandin.

Di 25'ê Hezîrana 2015'an de jinên taxa Şêxmeqsûdê bi merasîmeke leşkerî damezirandina tabûreke bi navê Gulê Selmo ragihand. Nêzî 60 jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Turkmen di tabûrê de cih digirin. Ev tabûr heta niha di nav Hêzên Parastina Civakî – Jin de mîsyona xwe didomîne. Di êrişên komên çete yên 16ʹê Sibata 2016ʹan de Tabûra Şehîd Gulê Selmo roleke pêşeng di parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de lîst.

Di 16ʹê Tebaxa 2015ʹan, Kongra Star ji bo komîna Şehîd Vajîn, Komîna Şehîd Berfîn, Komîna Şehîd Perwîn, Komîna Şehîd Axîn, Komîna Şehîd Ozgur û Komîna Şehîd Sema komîngeheke hevbeş vekir û navê Şehîd Gulê Selmo li komîngehê kir. Her wiha di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de çerxerêyeke bi navê Gulê Selmo hat vekirin û wêneyên wê lê hatin daliqandin.

Heta niha jî cilûbergên folklorî yên şehîd Gulê Semlo li ba endamên Kongra Star in û di 2'yê Adara 2019'an de di pêşangeha kongrê de hatin pêşandan.

(mh)

ANHA