​​​​​​​Ji bo xwetêrkirinê sebzeyan li malên xwe diçînin

Her sal bi destpêka buharê re piraniya şêniyan di hewşên malên xwe de cureyên sebzeyan diçînin da ku zêde pişta xwe nedin kirîna ji sûkan û rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin.

​​​​​​​Ji bo xwetêrkirinê sebzeyan li malên xwe diçînin
13 adar, 2023   00:52
QAMIŞLO

Jiyana gundiyan ji ya bajêr cuda ye. Şêniyên li gundan dijîn xwe dispêrin çandina sebze, fêkî û berhemên sewalan û rêgeza xwetêrkirinê pêk tînin.

Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêniyên bajaran jî di hewşên malan de sebzeyên curbecur diçînin.

Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorpêç heye û buhabûna kel û pelan bilind e, ji ber vê şênî pişta xwe didin berhemên xwecihî.

Li gundewarên herêma Aliya ya dikeve bakurê navçeyên Girkê Legê û Çilaxa û hin gundên bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê piraniya şêniyên sebzeyan di hewşên malên xwe diçînin. Ji ber ku li wan herêman ax şov e, ava binerd û kanî hene.

Destpêka buharê şênî şitlên sebzeyan mîna firingî, îsot, bacanên reş, bamiya, peqle, pîvaz, sîr, xes, kelem, bexdenûs, cercîr û hwd datînin û sedama xwezayê lê direşînin da ku berhemekî tendurist qezenc bikin.

Dilvîn Hisên Şawîş a ji gundê Dêro Kevnik ê li herêma Aliya ya navçeya Çilaxa tevî malbata xwe di hewşa mala xwe de sebze çandine. Dilvîn got: "Em pêdiviyên xwe ji wan sebzeyan dabîn dikin, da ku ji sûkan nekirin û rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin."

Ji ber bilindbûna nirxê lîreya Sûriyeyê li hember periyên biyanî buhayên made û sebzeyan jî li sûkan bilind bûn. Bihaya kîloyek firingî li sûkan zêdetirî 4 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

HEVKARIYA MALBATÊ DI ÇANDINA SEBZEYAN DE

Gulnaz Tahir sebze di hewşa mala xwe de çandine diyar kir ew pêdiviyên xwe ji wan sebzeyan peyda dikin û got, sebze li sûkan buha ne, ji lew re li mala xwe çandine.

Gulnazê Tahir anî ziman ku ferdên malbatê di cotkirin, çandina sebzeyan û baladriya wan  dehevkar in û got: ʹʹMe niha li bîstana xwe sebzeyên buharê çandine."

′EZ XWETÊRKIRINÊ PÊK TÎNIM′

Firyal Cembelî jî da zanîn ku ew li mala xwe sebzeyan diçîne û gelek cureyên sebzeyan ji sûkan nankire.

Firyal got ew di avdana sebzeyan de xwe dispêrin bîrên di hewşên malan de û kaniyên li derdora gund.

Firyal Cembelî wiha domand: "Ez û hevjînê xwe demên xwe di nava sebzeyên xwe de derbas dikin, da ku pêdiviyên xwe peyda bikin û tiştên zêde bûn jî wek mûnê ji zivistanê re hiltînin an jî difiroşin."

Gelek malbat bacanên reş, kose, îsotan ziwa dikin, her wiha dimsê firingiyan ji firingiyên malê çêdikin.

(fr)

ANHA