ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-03-2023
12 adar, 2023   23:00

-Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSDʹê şehîd Mihemed Mahir li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê dispêrin axê, saet 10:00ʹan. Şêniyên Qamişloyê cenazeyê şervanê QSDʹê şehîd Îmad Îbrahîm (Qehreman Qamişlo) li Goristana Şehîd Delîl Saroxan dispêrin axê, saet 12:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Du şahidên komkujiya 12ʹê Adarê ya Qamişlo diyar kirin ku cihê ku serhildan lê dest pê kir veguherî qada azadiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gulê Selmo, têkoşer û dayika ku ji ber kurekî ne yê xwe ve şehîd bûye.  Heta niha navê Gulê Selmo li ser zimanê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa bajarokê Hecînê û rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Hecînê soza domandina têkoşîna heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da û got: "Ramanê Rêber Abdullah Ocalan neteweyî ye, ji ber dibîne ku bêyî azadiya gelan azadiya gelê Kurd nepêkan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Her sal bi destpêka buharê re piranî şêniyan di hewşên malên xwe de cureyên sebzeyan diçînin da ku zêde pişta xwe nedin kirîna ji sûkan û rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA