​​​​​​​ʹCihê ku serhildan lê dest pê kir veguherî qada azadiyêʹ

Du şahidên komkujiya 12ʹê Adarê ya Qamişlo diyar kirin ku cihê ku serhildan lê dest pê kir veguherî qada azadiyê.

​​​​​​​ʹCihê ku serhildan lê dest pê kir veguherî qada azadiyêʹ
13 adar, 2023   01:56
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Di 12ʹê Adara 2004ʹan de hikumeta Şamê di dema maça futbolê ya di navbera Tîma Cîhad a ji Qamişlo û tîma Fitiwê ya ji Dêrazorê de komkujiyeke li stada Beledî ya Qamişloyê pêk anî. Ev komkujî veguherî serhildanê ku li gelemperiya Rojava, Reqa, Heleb û Şamê belav bûn.

Di salvegera 19ʹemîn a serhildanê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin. Du beşdarên çalakiya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê  û şahidên komkujiyê diyar kirin ku ew ê xeta têkoşînê berdewam bikin.

LÎSTIK VEGUHERÎ SERHILDANÊ

Welatiya bi navê Mewlîda Silêman şehîdên Serhildana 12ʹê Adarê ya Qamişloyê bi bîr anîn û hin hurguliyên komkujiyê parve kirin.

Mewlîda Silêman got: "Wê tîma Cîhad û Tîma Fitiwê li hemberî hev maçeke futbolê lîstibana. Bi planeke ku berê hatibû amadekirin êriş dest pê kir. Lîstik veguherî serhildanê û xwepêşandanên  li hemberî siyasetên hikumeta Şamê yên xwe dispêrin yek al û yek zimanî berfireh bûn."

Mewlîda Silêman diyar kir ku plana hikumeta Şamê têk çû û wiha domand: "Plana hikumetê lê qulipî û rastî serhildanê hat. Şêniyan dikanên xwe girtin û daketin qadan. Şêniyan bertek û nerazîbûn nîşanî êrişên hêzên ewlekariyê yên li ser ciwanan da."

Mewlîda Silêman bi bîr xistin ku partiya Baas ji dema ku gihiştiya ser desthilatê ve cudahiyê dixe navbera gelan û got: "Bi taybet gelê Kurd ji siyasetên cûdekarî û nîjadperestiyê bêpar neme. Serhildana Qamişlo mîna teqîna gelê Kurd li hemberî kiryarên bi salan ên hikumetê bû."

Mewlîda Silêman her wiha anî ziman ku armanc ji komkujiya 12ʹê Adarê ew bû ku fitne di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de derkevin  û got: "Ev armanc bi ser neket."

ʹBERDEWAMA PROJEYA KEMBERA EREBÎ BÛʹ

Jina bi navê Emîne Beyrem a ji taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku rejîma Baas her tim Kurdan dike hedef.

Emîne Beyrem destnîşan kir ku bûyera li stadê ya di navbera alîgirên tîmên Cîhad û Fitiwê de berê hatibû plankirin û got: "Ev plan berdewama siyaseta kembera erebî ya li herêma Cizîrê bû."

Emîne Beyrem bi domdarî got: "Di êrişek de hejmarek zarokên gelê me şehîd bûn. Ji ber vê yekê hêrsa gel rabû, gel li hemberî rejîma Baasê derketin xwepêşandanan. Li Helebê jî di serhildanê de me ciwanên xwe şehîd dan, yek şehîdan xizmê min e."

Emîne Beyrem îşaret pê kir ku hikumeta Şamê li hemberî serhildana gel bêpare ma, ji ber vê yekê dest bi girtina ciwanan kir da ku xwepêşandanan bisekinîne.

Emîne Beyrem sedema binkeftina plana hikumeta Şamê spart hevgirtin û hezkirina di navbera Kurdn û Ereban de.

Emîne Beyrem di dawiyê de diyar kir ku cihê serhildan lê dest pê kir veguherî qada azadiyê û got: "Em qet şer naxwazin, lê eger li ser me were ferzkirin em ê xwe biparêzin û serî ku tu kesî re xwar nakin."

(bb)

ANHA