Kurdistaniyên li Lubnanê Serhildana 12′yê Adarê bi bîr anî

Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera şehîdên komkujiya 12′yê Adarê ya li Qamişloyê ku vegeriye serhildanê bi bîr anî.

Kurdistaniyên li Lubnanê Serhildana 12′yê Adarê bi bîr anî
12 adar, 2023   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) duh li Lubnanê şehîdên komkujî û Serhildana 12′yê Adarê ya Qamişloyê li Beyrûtê bi bîr anî.

Di merasîmê de girseya kurdistaniyên li Lubnanê amade bûn.

Kurdistaniyan bi boneya bîranîna şehîdên komkujî û serhildanê mûm pêxistn û stranên neteweyî gotin.

Hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê di 12′yê Adarê de li Qamişloyê komkujiyek pêk anî û ev komkujî veguherî serhildanê û li tevahî herêmên Rojava, Şam û Helebê belav bû.

(fr)

ANHA