Dewleta Tirk avahiyeke nû ya mêtingehiyê ava dike

Komeleya bi navê ′El Eyş Bîkeramê(Bi rûmet bijî)′ a îxwanî ya filistînî bi hevkariya komeleyeke Tirkî dest bi avakirina avahiyeke nû ya mêtingehiyê li gundê Maratê yê 6 kîlometre li rojavayê navenda Efrînê ye dike. Da ku malbatên çeteyan û niştecihên li herêmên Sûriyeyê bi cin bike.

Dewleta Tirk avahiyeke nû ya mêtingehiyê ava dike
12 adar, 2023   08:13
ŞEHBA

Di çarçoveya guhartina demografiya Efrîna dagirkirî û çewisandina nasnameya wê ya resen de, komeleya ′El Eyş Bîkeramê′ ya îxwanî bi hevkariya komeleyeke Tirkî dest bi avakirina avahiyeke nû ya mêtingehiyê bi rûbera 10 doniman li derdora gundê Maratê yê li rojavayê Efrîna dagirkirî dike.

Çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî da zanîn ku niha nêzî 100 malî bi rûbera 40 metreyî tê avakirin.

Her wiha kiryarên avakirina avahiyên mêtingehiyê li herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê bi armanca guhartina demografiya herêmê, berdewam in.

(fr)

ANHA