SOHR: Leşkerên Tirk qetilkirina sûriyeyan li ser sînor dewam dike

SOHR′ê da zaîn ku leşkerên Tirk a li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ciwanek qetil kir û 3 ciwan din birîndar kirin.

SOHR: Leşkerên Tirk qetilkirina sûriyeyan li ser sînor dewam dike
12 adar, 2023   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), leşkerên Tirk li komek ciwanên sûriyeyî da, di encamê de ciwanek hate qetilkirin û 3 ciwanên din ji ber lêdana bi alavên tûj û çekan birîndar bûn. Leşkeran beriya wan ciwanan di deriyê Bab El Hewa ya Idlibê re  ya bi ser sînorê Tirkiyeyê ve bişîne Sûriyeyê li wan ciwanan da.

Ji serê salê ve leşkerên Tirk li ser sînor û nêzî sînorê Tirkiyeyê 9 welatî qetil kirin û 15 jî birîndar kirin, ji wan zarokek û 2 jin hebûn.

(fr)