​​​​​​​Heyet Tehrîr El Şam li Girê Spî dest datîne ser cihên nû

Çavkaniyên herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li kantonê berfireh dibin û piştî qelsbûna serweriya çeteyên ′Artêşa Nîştimanî′ yên dewleta Tirk a dagirker, dest danî ser cihekî nû yê stratejîk.

​​​​​​​Heyet Tehrîr El Şam li Girê Spî dest datîne ser cihên nû
12 adar, 2023   01:33
EYN ÎSA

Çavkaniyekî herêmî ji kantona Girê Spî da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) ya di lîsteya terorê de, malên Bethawî yên li nêzî mezreya Ermen a li başûrê rojavayê bajarokê Eyn Eros wek nuqteya duyemîn bi kar tînin.

Ajansa me di 31′ê Cotmeha 2022′yan de derbasbûna zêdetirî 60 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ji Tirkiyeyê ber bi kantona Girê Spî ve, belge kiribû. Ew çete li gundê Yabîse (3 km li rojavayê kantona Girê Spî) bi cih bûne. Lê çeteyên Feyleq El Mecid ên dewleta Tirk a dagirker ku li wê herêmê bi cih bûne, ber bi gundê Xirbet El Feres (20 km li başûrê kantonê) ve vekişîn.

Bi bicihbûna çeteyên HTŞ`ê li vê nuqteyê re, êdî rêya di navbera Girê Spî û Eyn Erûs de, rêyên Girê Spî-Kobanê, Girê Spî-Reqayê kontrol dikin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide beş bi beş çeteyên Heyet Tehrîr El Şam derbasî herêmên kantona Girê Spî ya dagirkirî bike.

(fr)

ANHA