​​​​​​​Cotkarên Zirganê ji ber hedefgirtina zeviyên xwe metirsîdar in

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên cotkarên Zirganê dikin hedef. Cotkaran anî ziman ku ew tevî êrişan jî bi xaka xwe ve girêdayî ne.

​​​​​​​Cotkarên Zirganê ji ber hedefgirtina zeviyên xwe metirsîdar in
12 adar, 2023   03:45
HESEKÊ-ARAM EHMED

Ruxmî xetereya rewşê ku zevî nêzî eniyên bi dagirkeriyê re ne, cotkarên Zirganê ya Hesekê zeviyên xwe diçînin û bi xaka xwe ve girêdayî ne.

Cotkar metirsîdar in ku zevî û jêdera rizqê wan werin hedefgirtin.

/kr/uploads/files/2023/03/11/200558_-.webp

Cotkar Ezîz Emo behsa rewşa çandiniyê ya li herêmê kir û got: "Çandiniya me baş e, lê em ji hedefgirtina zeviyan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, metirsîdar in.”

Emo wiha domand: "Em ji dubarebûna senaryoya salên borî metirsîdar in. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ketober herêmê di mewsima çandiniyê de dikin hedef."

Her wiha Emo diyar kir ku ew bi xaka xwe girêdayî ye û ev tişt anî ziman: "Ji biçûkaniya xwe de em li ser vê xakê ne û di çandiniyê de dixebitin. Em dev ji xaka xwe bernadin."

Emo wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bi hêvî ne mewsima me bi ser bikeve û herêmên me ewle bin û komîteya sotemeniyê parên me di dema wê de bişîne."

/kr/uploads/files/2023/03/11/200613_-.webp

Li aliyekî din Elî Mihemed ê ji gundê Niwêhat ê bakurê rojavayê Zirganê koçber bûye, wiha got: "Bi zêdebûna topbaranên li dijî gundê me yê li nêzî eniyên şer, em neçar man ku ji gundê xwe derkevin û berê xwe bidin xaka me ya li aliyê rojhilatê bakurê navçeyê."

Mihemed ev tişt anî ziman: "Zêdetirî 200 donim zevî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine. Me mala xwe hişt û erebeya xwe firot da ku malekê ji zarokên xwe re li nava zeviyên xwe ava bikin, da ku em xaka xwe bernedin."

Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê wan, mewsim û rizqê wan dikin hedef û wiha dawî li gotina xwe anî: "Pirsgirêkeke din jî heye, ew jî kêmbûna sotemenî û semadê ye. Em bi hêvî ne ev pirsgirêk were çareserkirin da ku em projeya xwe ya çandiniyê temam bikin."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her sal cotkar û karkerên li zeviyên çandiniyê yên nêzî sînor dikin hedef û nahêlin berhemên xwe biçînin, her wiha bi nêzbûna çinînê re zeviyan dişewitînin.

(fr)

ANHA