ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-03-2023
11 adar, 2023   23:00

- Îro salvegera 19ʹemîn a komkujiya 12ʹê Adarê ye. Ev komkujî veguherî serhildanê ku rê li ber şoreşeke civakî ya yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşma "Bi rihê Serhildana 12ʹê Adarê em ê dagirkeriyê têk bibin û bi îradeya gelan em ê bi ser kevin" Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê merasîma bîranîna şehîdên serhildanê li Stada Şehîdên 12ʹê Adarê ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişloyê şehîdên Serhildana 12ʹê Adarê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr tînin, li Til Hemîsê jî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve merasîmek li Goristana Şehîdan tê lidarxistin. Şêniyên Çilaxa û Girkê Legê jî du şehîdên serhildanê li ser gorên wan li bajarokê Abirê bi bîr tînin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çavkaniyên herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li kantonê berfireh dibin û piştî qelsbûna serweriya çeteyên ′Artêşa Nîştimanî yên dewleta Tirk a dagirker in, cihekî nû yê stratejîk dagir kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Ji mehan ve êrişên bi gazên jehrê li dijî Rojhilatê Kurdistanê û tevahî Îranê têne kirin. Hema bêje rojane xwendekarên keç tên jehrîkirin. Di encamê de bi dehan jiyana xwe ji dest dan. Eger ev diyardeya dewam bike dibe ku rewşa li welat ji bin kontrolê derkeve û bi girêktir bibe. Her wiha xwepêşandanên gel ên li dijî dewletê ku ji piştî qetilkirina Jîna Emînî de dest pê kirine berfirehtir dibin. (BI WÊNE).

CİVAK Û JİYAN

- Cotkarên darên berhemdêr û giyayên xemilandinê hewl didin ku rêgeza xwetêrkirinê li bajarê Reqayê peyda bikin û êdî ji derve dar û giyayan wernegirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên cotkarên Zirganê dikin hedef. Cotkaran anî ziman ku ew tevî êrişan jî bi xaka xwe ve girêdayî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHİLATA NAVÎN Û CÎHAN

- Pispran  destnîşan kir ku qerzên erdhejê yên ku hikuemta Şamê dide têrê nakin, tenê bandorên neyênî li ser aboriyê zêde dike. Îran û Erebistana Siûdî jî li ser jinûve vegerandina têkiliyan li hev kir, lê nehat zanîn ku ka ev lihevkirina ku bi navbeynkariya Çînê çêbûye wê dozên bi nakok çareser bike, yan jî armanc tenê agirbestek demkî ye. (BI WÊNE).

ANHA