Rêveberiya Xweser 49 zarokên sêwî yên malbatên DAIŞ'ê radestî şandeyeke Rûsyaya kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 49 zarokên sêwî yên malbatên DAIŞ'ê radestî şandeke Rûsyayê kir.

Rêveberiya Xweser 49 zarokên sêwî yên malbatên DAIŞ'ê radestî şandeyeke Rûsyaya kirin
11 adar, 2023   17:46
QAMIŞLO

Li gorî nûçeya ku malpera Daîreya Têkiliyên Derve weşandiye, şandeyeke ji hikumeta Rûsyayê bi seroketiya komîsera serokê Rûsyaya Federal a mafên zarokan Maria Lvova-Belova gihîşt navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê.

Hate gotin, şande ji aliyê cîgirê hevseroketiya daîreyê Robêl Beho, endamê Desteya Rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm û endama nivîsgeha têkiliyên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.

Robêl Beho bal kişand ser xemsariya civata navneteweyî ya li hember malbatên DAIŞ'ê yên li kampên Hol û Roj û got, Rêveberiya Xweser bang li hemû dewletan kir ku welatiyên xwe yên li kampan û girtîgehan bibin.

Robêl Beho îşaret bi girîngiya destekdayîna Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina rewşa kamp û girtîgehan de kir û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dê bi Rûsya û hemû dewletên ku welatiyên wan li herêmên Rêveberiya Xweser hene re, di nava têkiliyê de be.

Maria Lvova-Belova spasiya Rêveberiya Xweser kir ku alîkarî da zarokên sêwî û destnîşan kir ku ew ê wan zarokan radestî malbatên wan bikin.

Maria Lvova-Belova ragihand ku hikumeta Rûsyayê dê xebatên xwe yên ji bo vegerandina zarokên di kampan de bidomîne.

Di dawiya hevdîtinê de daîreyê 49 zarokên sêwî yên malbatên DAIŞ'ê ku bi xwe rûsî ne li gor belgeyeke fermî radestî şandeya Rûsyayê kirin.

(mh)

ANHA