Li Minbicê panela "8'ê Adarê dîroka berxwedan û têkoşînê ye"

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê paneleke bi navê "8'ê Adarê dîroka berxwedan û têkoşînê ye" li dar xist.

Li Minbicê panela "8'ê Adarê dîroka berxwedan û têkoşînê ye"
Li Minbicê panela "8'ê Adarê dîroka berxwedan û têkoşînê ye"
Li Minbicê panela "8'ê Adarê dîroka berxwedan û têkoşînê ye"
Li Minbicê panela "8'ê Adarê dîroka berxwedan û têkoşînê ye"
Li Minbicê panela "8'ê Adarê dîroka berxwedan û têkoşînê ye"
Li Minbicê panela "8'ê Adarê dîroka berxwedan û têkoşînê ye"
Li Minbicê panela "8'ê Adarê dîroka berxwedan û têkoşînê ye"
11 adar, 2023   17:27
MINBIC

Di panelê de endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, navenda Çand û Hunerê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nivîsgeha Jineolojî, Meclisa Jinan a Sûriyê, endamên komîn û meclisên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin beşdar bûn.

Panel li hola El Samir a taxa Mazirlî bajêr hat lidarxistin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Îbtisam Ebdulqadir bixêrhatina beşdaran kir û got: "Ez bi hebûna jinên pêşeng ên Minbicê yên ku ketine rêya azadiyê serbilind im."

Îbtisam wiha domand: "Her sal buhar bi rojeke taybet tê pêşberî me. Ew roj jî roja têkoşîn û berxwedana jinan a dîrokî ye. Me roja 8'ê Adarê ya îsal bi ruhê berxwedanê pêşwazî kir, ev roja ku jinan tê de destanên dîrokî yên qehremanî û lehengtiyê li hember zordaran nivîsandin."

Piştre, cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Buseyne El Hisên anî ziman ku sedsala 21'emîn sedsala şoreşên jinan e û got: "Ji ber wê jî jin û zarok di civakên me de tên hedefgirtin û qirkirin, ji bo têkbirina van hewldanên qirkirinê divê şoreşên jinan di her aliyekî jiyanê de li pêş bikevin."

Buseyne wiha domand: "Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me di 10 salên borî de gelek tişt li ser rastiya jinan nas kirin û em hîn nas dikin. Me roja 8'ê Adarê bi vejandina felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" pêşwazî kir û wê felsefeyê diyarî giyanên şehîdên şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di serî de Jîna Emînî dikin. "

Di dawiya panelê de Buseyne El Hisên got: "Em ê asta têkoşîna xwe di hemû qadên jiyanê de bilind bikin, em 8'ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin û hemû jinên ku hêza vê têkoşînê daye me bi bîr tînin, her wiha em jinên têkoşer ên ku ji bo jiyaneke azad, wekhev û birûmet têdikoşin jî silav dikin".

Di dawiya panelê de deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin û soza mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina hemû jinên cîhanê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

 (mh)

ANHA