Şandeyeke Belçîkayê rewşa stasyonên avê û Kampa Weşûkanî şopand

Şandeyeke şaredariyên bajarên Belçîkayê serdana stasyonên avê yên Hesekê, Kampa Weşûkanî ya koçberên Serêkaniyê kir.

Şandeyeke Belçîkayê rewşa stasyonên avê û Kampa Weşûkanî şopand
11 adar, 2023   18:25
HESEKÊ

Şandeya Belçîkayê bi armanca şopandina rewşa herêmê, 8`ê Adarê gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Şande ji endamên şaredariyên bajarên Liege, Leuven, Herzele yên Belçîkayê, nûnerên wan, cîgirê Şaredariya Leuven David Dessers, edanêm meclisa şaredariya Liege Pierre Eyben û Virgine Godet, rojnamevan Chirs Den Hondet, Rojîn Ferho û endamên Komeleya Kurdî ya Brukselê Derwîş Ferho û Îhsan Nabîzade pêk hat.

Şande dê kar û xebatên şaredariyan, meclisan, kooperatîfan û saziyên çandiniyê, saziyên tenduristyiê û jîngehê, rewşa jinan û zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişopîne.

Şandeyê îro serdana Hesekê kir. Hevserokatiya Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Newara Sebrî û Yunis Îsa, cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer  bi şandeyê re serdana Stasyona Heme ya avê ya li bajarokê Tiwêna û Stasyona Xabûr kir û rewşa avê ya herêmê piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê ya li Serêkaniyê qut kir, şopand.

/ar/uploads/files/2023/03/11/170911_dyfyyd.webp

Piştî wê, şandeyê serdana Kampa Weşûkanî ya koçberên Serêkaniyê kir û bi hevserokê kampê Berzan Mihemed re civiya.

Her wiha şandeyê bi gelek koçberan re rûnişt. Koçberan daxwaz kir ku ew vegerin warên xwe û dagirkeran ji warên wan derxin. Koçberan rewşa tenduristî û jiyanî ya di nava kampê de ji wan re şîrove kirin.

Di vê çarçoveyê de, şaredarê Şaredariya Leuvenê David Dessers ji ajansa me re wiha axivî: “Em hatin herêmê ji bo ku piştgiriya xwe bi modela civakî re rave bikin û vê modela demokratîk binirxînin.”

Dessers wiha domand: “Em baş dizanin ku fişar li ser vê modelê hene. Ji ber wê em li vir in. Ev cara yekemîn e ku serdana herêmê dikim. Em li vir bi gelek tiştan radibin. Bi gelek şêniyan re rûdinin û li ser tiştên li vir diqewimin diaxivin.”

Dessers ev li gotinên xwe zêde kir: “Em dixwazin rewşê di pratîkê de bibînin. Bi rêveberiya Hesekê re bicivin. Ne tenê bi xelkê re biaxivin. Lê belê em dixwazin pirsgirêkan binasin. Ev armanca serdana me ya sereke ye.”

Dessers diyar kir ku projeya Rojava hatiye dorpêçkirin û dewleta Tirk dîwar li ser sînor ava kiriye û got: “Dewleta Tirk dîwar ne tenê di navbera xwe û Rojava de ava kiriye, lê di navbera xwe û dewletên Ewropa û Belçîka de jî dîwar ava kir. Em bi hemû rêbazan hewl didin ku di navbera Rojava û Belçîka û rêxistinan de de piştevaniyê xurt bikin."

Her wiha Dessers got: “Ji ber wê em li vir in. Dema vegerin welatê xwe divê em bi awayekî çalaktir tev li piştgiriya bi Rojava re bibin, rewşa herêmê bi taybet di çend salên dawîn de bişopînin. Me şerê li dijî DAIŞ`ê şopand. Di vê dawiyê de erdhej jî li herêmê çêbû ku di encamê de koçberî hebû. Me rewşa kampan jî dît. Ji bo afirandina şert û mercan ji bo jiyaneke baştir dê binêrin wê rola civaka Ewropayê çi be.”

Di dawiyê de Dessers got: “Serdan, ji bo me baş bû. Gelek xweş bû ku bi mirovên hêja re hevdîtinê çêkin. Ew xwedî berxwedaneke mezin in. Gelek tiştên dijwar û zehmet hene lê ew li rex hev şer dikin ji bo ku pêşerojeke nû ji bo herêmê biafrînin. Ji ber wê pêwîstiya wan bi hevkariyê heye. Divê dema em vegerin Ewropayê di vî warî de hewldanên xwe bikin. ʹʹ

(şx)

ANHA