Dewleta Tirk avê bernade gola Meydankê

Ji ber birîna ava çemê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, ava gola Meydankê ya li navçeya Şera ya Efrînê kêm bûye.

Dewleta Tirk avê bernade gola Meydankê
11 adar, 2023   11:37
ŞEHBA

Ji wêneyên li ser malperên medyaya dijîtal hatine parvekirin, diyar dibe ku ji ber girtina ava çemê Efrînê, sewiyeya ava gola Meydankê pir daketiye.

Çeteyên Firqeya Sutlan Mûrad ên artêşa Tirk a dagirker jî sala borî darên li daristana li dora gola Meydanekê birîn û derdora golê bûye beyar.

Çeteyên Sultan Mûrad zêdetirî 17 hezar darên li dora gola Meydankê birîbûn.

(cx)

ANHA