Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sibê dibistan vedibin

Dibistanên ji ber erdhejê xisar dîtibû hatin sererastkirin û sibê dê dibistanên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vebin.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sibê dibistan vedibin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sibê dibistan vedibin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sibê dibistan vedibin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sibê dibistan vedibin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sibê dibistan vedibin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sibê dibistan vedibin
11 adar, 2023   10:57
HELEB

Piştî karesata erdhejê, dibistanên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê zirar dîtin û dewam hat rawestandin.

Endama Rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Fatima Koşan têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û anî ziman ku li her du taxan 13 dibistan û 4 baxçeyên zarokan hene, hinekan bi temamî zirar dît, hinên din jî bi qismî zirar gihîşt wan.

Li gorî Fatimayê hefteya borî dibistan ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û nivîsgeha teknîk a Şaredariya Gel ve hatin kontrolkirin. 12 dibistan û baxçeyekî zarokan sererast kirin, 2 baxçeyên din ên zarokan hatin kontrolkirin û ewlekirin, baxçeyekî zarokan jî ji ber ku zirareke mezin dîtiye, ji xizmetê derket.

Fatimayê diyar kir ku xebatên sererastkirinê 6`ê Adarê da destpêkirin û da zanîn ku sibê (12`ê Adarê) dê dewama li dibistan û baxçeyên zarokan ji nû ve dest pê bike.

Hikumeta Şamê dorpêçeke giran daniye ser her du taxan, ji lew re xebatên sererastkirinê jî ji aliyê Şaredariya Gel û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokraîtk ve bi destan hatin meşandin.

(cx)

ANHA