Dewleta Îranê 4 girtî bi dar ve kirin

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê 4 girtî ji aliyê dewleta Îranê ve hatin bidarvekirin.

Dewleta Îranê 4 girtî bi dar ve kirin
11 adar, 2023   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand duh bi sibê li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 4 kes hatin bidarvekirin.

Li gorî malperê, her çar kesên girtî ji ber sûcên ‘madeyên hişber’ hatine bidarvekirin û nasnameyên wan wiha ne: Celal Serdar Fer, Salih Qasimî, Mensur Ebdîzade, her wiha nasnameya kesekî jî nehate zanîn.

Hat ezanîn ku di nava 3 hefteyên borî de herî kêm 12 kes li girtîgehên dewleta Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.