Şaredariya Qamişloyê bi pêşxistina xebata xwe bersiv da komkujiyê

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser li Rojava di sala 2014ʹan û rojek beriya salvgera Şerhildana Qamişloyê ya 2004ʹan, çeteyên DAIŞʹê êriş avahiya Şaredariya Gel a Qamişlo kir. Di encamê de 11 endamên şaredariyê şehîd bûn. Şaredariyê bi xurtkirina rêxistinbûyîna xwe û berfirehkirina çarçoveya xebatên xwe bersiv da êrişê.

Şaredariya Qamişloyê bi pêşxistina xebata xwe bersiv da komkujiyê
10 adar, 2023   23:33
QAMIŞLO- MISTEFA ELO

Di demekê de ku endamên Şaredariya Gel a Qamişloyê amadekariyên bîranîna şehîdên Şerhildana Qamişloyê ya 12ʹê Adara 2004ʹan dikirin, çeteyên DAIŞʹê roja 11ʹê Adara 2014ʹan bi çekên giran û bombeyên destan êrişî avahiya şaredariyê kir û komkujiyek pêk anî. Di encamê de endamên şaredariyê yên bi navê Îbrahîm Ezîz, Rewşen Mihemed Zkî, Fehed Ebdulezîz, Mûsa Azad Mûsa, Elî Bûra, Cîhan Murad, Emîne Bîlal, Helebce Xelîl, Ferhad Ebdulezîz Osman, Elaedîn Ebdulîlah û Awaz Mehmûd Mihemed şehîd bûn. Ji bo bîranîna van şehîdan park û baxçeyên zarokan hatin vekirin.

Ev komkujî piştî demeke kurt ji ragihandina Rêveberiya Xweser li sê kantonên Rojava (21ʹê Çileya 2014ʹan li kantona Cizîrê, 27ʹê Çileyê li kantona Kobanê û 29ʹê Çileyê ya Efrînê) hate kirin.

Armanc ji êrişa li ser şaredariyê têkbirina Rêveberiya Xweser û rêgirtina li ber her pêngavek ber bi demokrasiyê ve bû. Lê şaredariyê bi israreke zêdetir a ji bo rêxistinê û berfirehkirina çarçoveya xebatên xwe ji êrişê re bû bersiv û bûye yek ji saziyên sereke yên li Qamişloyê.

Niha şaredarî ji 17 beşan pêk tê. Her wiha li bajarokê Hîmo jî du navend, li gundê Um Fursan navendek, li bajarokê Girbawî û Tenûriyê du navendên şaredariyê hene. Ev navend xizmeta bi hezaran welatiyên li 8 taxên bajarê Qamişlo û 180 gundên girêdayî wê dikin. Şaredarî xizmetên wekî kehrebe, tenduristî, paqijiya giştî, qîrkirina rêyan û aliyê jîngehî pêşkêş dike.

Şaredariya Gel a Qamişloyê di nava 9 salan de çarçoveya xebatên xwe berfireh kir û projeyên mezin pêk anîn. Şaredariya ku berê xizmetên wê sînordar bûn, lê bû zemîna damezirandina şaredariyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha bû tovê ku Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pişta xwe didê.

Şaredariyê di nava 9 salan de pirsgirêka ava vexwarinê li Qamişloyê bi temamî çareser kir, rêjeya çavkaniyên avê zêde kirin û stasyonên sereke ji nû ve sererast kirin.

Têkildarî aliyê ekolojîk jî şaredariyê li ser asta kantona Qamişloyê gelek proje pêk anîn; park vekirin û 31 parkên din sererast kirin, her wiha  bi hezaran dar lê çandin. Dîsa jî cihên komkirina çopê yên demkî ava kirin beriya ku ber bi cihê sereke yê li Holê were veguhestin. Bi vê yekê şaredariyê kanton ji pirsgirêka kombûna çopê û bandorên wê yên jîngehî û tenduristî xilas kir.

Bi firehbûna qada kar re, şaredariyê destpêka îsal beşê Têkiliyên Gel ava kir. Ev beş barê li ser komîteyên lihevanînê û dadgehê sivik kir. Di vî beşê de pirsgirêkên welatiyan yên têkildarî şaredariyê tên çareserkirin. Mînak: Di pirsgirêkên girêdayî jenartoran an avakirinê de beşê Têkiliyên Gel li giliyên welatiyan guhdar dike û bi rêya diyalogan û razîkirinê çareseriyê dibîne. Tevahî giliyên welatiyan diçin ber destê Komîteya Zaîbeteyê û komîte ji aliyê xwe ve dighîne beşê Têkiliyên Gel.

Bi armanca guhdarkirina pirsgirêkên welatiyan û çareserkirina wan, ji bo girtina nêrîn û pêşniyarên wan ên têkildarî plansaziyên dema pêş, şaredar bi şêniyan û endamên komînan re dicivîne.

30ʹê Cotmeha 2022ʹyan konferansa duyemîn a Şaredariyên Gel-Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê li dar ket.

Di vê konferansê de şaredariyê hewl da têgîna şaredariya herêmê pêş bixe û xweseriyê di girtina biryaran de pêk bîne. Yek ji bendên encamnameya konferansê; di pêşxistina demokrasiyê de şaredarî xwedî roleke sereke be.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb ji ANHAʹyê re axivî û anî ziman ku êrişa li ser Şaredariya Qamişlo bi zanebûn bû û armanc jê hedefkirina Rêveberiya Xweser bû. Ereb diyar kir ku di wê demê hin kes ji hêza gelê herêmê bi guman bûn û digotin bêyî dewletê gel nikare xwe bi rêve bibe.

Silêman Ereb destnîşan kir ku şaredariyê bi xurtkirina rêxistina xwe û berfirehkirina çarçoveya xizmetê bersiva êrişê da û wiha domand: "Di dema bê de dê şaredariyê di pêkanîna gavên şînber yên ber bi demokratîkbûyeke rasterast ve biçe."

Li gorî Ereb, şehîdên komkujiya şaredariya Qamişloyê wê bi pêxistina mûnan li ser gorên wan û dayîna daxuyaniyekê werin bibîranîn.

(bb)

ANHA