ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-03-2023
10 adar, 2023   23:00

- Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser li Rojava di sala 2014ʹan û rojek beriya salvgera Şerhildana Qamişloyê ya 2004ʹan, çeteyên DAIŞʹê êriş avahiya Şaredariya Gel a Qamişlo kir. Di encamê de 11 endamên şaredariyê şehîd bûn. Şaredariyê bi xurtkirina rêxistinbûyîna xwe û berfirehkirina çarçoveya xebatên xwe bersiv da êrişê. (BI WÊNE).

- Rûspî û şêniyên bajarokê Baxozê yê Dêrazorê nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker ên der barê alîkardayîna mexdûrên erdhejê de û qutkirina ava Firatê şermezar kirin û gotin: "Dewleta Tirk bi van siyasetan dixwaze zextê li gelê herêmê bike da ku serî ji planên wê yên mêtîngeriyê re daxe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Erdhejê bandor li gelek herêmên Sûriyeyê û avahiyên zanîngehan jî kir. Di Zanîngeha Helebê de li ser jiyana bi hezaran xwendekar û karmendan metirsî heye. Hikumeta Şamê jî avahiyan sererast nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî mercên zehmet ên ku ji ber felaketa erdhejê derketine, xwendekarên kantona Efrîn û Şehbayê bi israr in ku perwerdeyê xwe temam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dorpêça li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibe sedema derengmayîna xebatên hilweşandina avahiyên ji ber erdhejê zirar dîtine, sererastkirina binesaziyê û parastina aştiya giştî. Xebatkarên Şaredariya Gel piranî xebatên xwe ji ber tunebûna alavan bi destan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nexweşiya jehrîbûna xwînê di nava sewalan de belav bûye. Gerînendeya Berhemên Sewaldariyê jî dermanan bê pere pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA