Şêniyên Dêrazorê qutkirina ava Firatê şermezar kir

Rûspî û şêniyên bajarokê Baxozê yê Dêrazorê nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker ên der barê alîkardayîna mexdûrên erdhejê de û qutkirina ava Firatê şermezar kirin û gotin: "Dewleta Tirk bi van siyasetan dixwaze zextê li gelê herêmê bike da ku serî ji planên wê yên mêtîngeriyê re daxe."

Şêniyên Dêrazorê qutkirina ava Firatê şermezar kir
11 adar, 2023   00:50
DÊRAZOR- SAMIR EL EZÎZ

Tevî karesaeta erdhejê, dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dijminane li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û para Sûriyeyê ya ava Çemê Firatê qut dike. Têkildarî mijarê şêniyên bajarokê Baxozê yê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê nêrînên xwe bi ANHAʹyê re parve kirin

Rûspiyê bi navê Hewas El Casim bi navê şêniyên Baxozê û şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker sûcan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Ji dewletên erebî û yên îslamî tê xwestin ku bikevin tevgerê û zexta li ser Rêveberiya Xweser kêm bikin."

Hewas El Casim bal kişand ser alîkariya ku Rêveberiya Xweser pêşkêşî mexdûrên erdhejê kir û wiha domand: "Rêveberiya Xweser deriyê xwe ji bo mexdûrên erdheja 6ʹê Sibatê vekir ku bandorên wê li navçeya Cindirêsê giran bû. Rêveberiyê bi hemû derfetên xwe alîkariyên mirovî, tenduristî, xwarin û sotemenî pêşkêş kirin. Lê dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe nehişt ev alîkarî derbas bibin."

El Casim bi bîr xist ku dewleta Tirk dest danî ser para gelê Sûriyeyê ya ava çemê Firatê û wekî kaxezekê zextê li dijî wê bi kar tîne da ku gel neçar bike ku planên wê yên mêtîngeriyê û guhertina demgorafiyaya herêmê qebûl bike.

El Casim anî ziman ku eşîrên Dêrazorê, Reqa û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî da mexdûran û bi hemû derfetên xwe alîkariya wan kirin û got: "Di vê karesatê de hevgirtina tevahî pêkhateyan xuya bû. Spas ji bo her kesên ku beşdarî kampanyayên alîkariyê bûn û bûn beşek jê."

Welatiyê bi navê Mihemed El Taimê yê ji Baxozê tevkarî û hevgirtina pêkhateyan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ya dema karesata erdhejê silav kir û wiha domand: "Di demekê de ku hevgirtin û tevgkariya hemû gelan û dewletan ji bo mexdûrên erdhejê pêwîst dikir, me dît çawa dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yê mêtîngeriyê dewam dikir."

El Taimê bal kişand ser qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve û wiha pê de çû: "Ev teror bi xwe ye, armanc jê qetilkirina gelan û şerê dijî debara wan e."

Mihemed El Taimê got: "Em di bin banê Rêveberiya Xweser de û bi saya fedekariyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji têkbirina terorê dane jiyaneke rûmet dijîn. Terora we me ji pêkanîna armancên me yên rizgarkirina tevahî gelan dûr naxe. Ji dagirkeriya we re êdî bes e, ji xeta wan a bixwîn a li dijî me re êdî bes e. Em we naxwazin. Em tiştekî ji we jî naxwazin. Dev ji me berdin. Em dixwazin bi aramî bijîn."

Mihemed El Taimê bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser piştgirî da kampanyayên mirovî û bi hemû derfetên xwe alîkarî ji mexdûrên erdhejê re şand, lê çeteyên dewleta Tirk nehiştin alîkarî bighêjin mexdûran.

) bb)

ANHA