​​​​​​​Dorpêç xebatên sererastkirin û parastinê asteng dike

Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, xebatên hilweşandina avahiyên ji ber erdhejê zirar dîtine, sererastkirina binesaziyê û parastina ewlehiyê asteng dike. Xebatkarên Şaredariyê ji ber tunebûna alavan piranî xebatên xwe bi destan dimeşînin.

​​​​​​​Dorpêç xebatên sererastkirin û parastinê asteng dike
11 adar, 2023   04:22
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Xetereya hilweşîna hin avahiyên ji ber erdhejê zirar dîtine, hîna berdewam bike û gefan li jiyana welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dixwe. Ruxmî wê jî tenê dîwarên hin xaniyên erebî (yên ne di avahiyan de) hatin hilweşandin.

Li gel dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herdu taxan û kêmbûna alavan, pirsgirêkên binesaziyê, kanalîzasyon û xetên avê bi temamî nayên çareserkirin.

Ruxmî karesata erdheja 6′ê Sibatê jî ku zirarek mezin gihand welatiyên herdu taxan, lê hikumeta Şamê dawî li dorpêçê neanî û hê jî nahêle ku madeyên jiyanî û alav bikevin herêmê.

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hewl dide bi derfetên xwe xizmeta welatiyan bike.

′EM XEBATA XWE DIDOMÎNIN’

Li gorî rapora Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji ber erdhejê 5 avahî hilweşîn, zirar gihîşt 400 avahiyên din, bi awayekî lez pêdivî bi hilweşandina 12 avahiyên li ber hilweşînê heye.

Endazyar û endamê Nivîsgeha Pîşeyê ya Şaredariya Gel Hisên Ehmed got ku ew xebatên xwe dewam dikin, 3 komîte bi çavdêriya endazyarên taybet ku avahî û malên zirar dîtine bişopînin, ava kirin.

′XEBATA HILWEŞANDINA 12 AVAHIYAN TALOQKIRÎ YE′

Ehmed da zanîn ku piştî serjimariya hatiye çêkirin hat diyarkirin divê bi awayekî lezgîn 12 avahî werin hilweşandin da ku welatiyan biparêzin.

Ehmed destnîşan kir ku tenê xebatên hilweşandinê ji bo dîwarên ser nehatine lêkirin ên li ser avahiyan bû, ji ber ku alavên hilweşandinê tune ne û derfetên şaredariya gel jî kêm in û wiha got: "Piştî malên welatiyan derizîn, welatî berê xwe da kon, hol, dibistan û mizgeftan."

‘XETERIYEKE MEZIN HEYE′

Li gel avahiyan, zirarên mezin bi binesaziyê, kanalîzasyon û boriyên avê bûn. Li gorî Ehmed her ku sererastkirina wê dereng ma, dê encamên nebaş li ser jiyana welatiyan çêke.

Ehmed diyar kir ku ger bi awayekî lezgîn xisarên heyî neyên sererastkirin, dê av biherike jêrzemînên avahiyan û hîmên wan û bi xwe re gefên hilweşînê bîne.

Werşeyên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hin boriyan sererast dikin û hinan jî li gorî derfetên xwe diguherînin. Lê ji ber kêmasiya alavan bi destan karê xwe dikin.

(fr)

ANHA