Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarok radestî Sûdanê kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarokên ji malbatên DAIŞ′ê, radestî hikumeta Sûdanê kirin.

Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarok radestî Sûdanê kirin
9 adar, 2023   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, îro şandeyeke Sûdanê bi serokatiya berpirsê balyozxaneya Sûdanê ya li Şamê Tariq Ebdullah Elî Mihemed û şêwirmendê dîplomasiyê yê balyozxaneyê Celaledîn Mihemed Ebdullah Yaqûb û karmendê balyozxaneyê Diyaedîn Rişdî Mihemed Hesen, serdana navenda daîreyê ya li Qamişloyê kir.

Cîgirên hevserokatiya daîreyê Robêl Beho û Fener Kiêt, endamên desteya rêveber Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî û endamê nivîsgeha YPJ′ê Lana Hisên şandeya Sûdanê pêşwaz kir.

Robêl Beho got Sûdan ji dewletên Ereban e ku welatiyên xwe yên li herêmên Rêveberiya Xweser wergirtine û ev yek ji bo Rêveberiya Xweser cihê nirxdayînê ye. Beho hêvî kir ku dewletên Ereban û dewletên Kendavê jî ji bo vegerandina welatiyên xwe bi Rêveberiya Xweser re hevkar bin.

Beho diyar kir ku dê Rêveberiya Xweser li gel Komara Sûdanê û hemû dewletên ku welatî û zarokên wan li herêmên Rêveberiya Xweser hebin, hevkariya xwe didomîne.

Li aliyekî din jî Tariq Ebdullah Mihemed kêfxweşiya xwe ji bo ku li Qamişloyê ye, anî ziman, da ku bi erka xwe ya mirovî ya vegerandina welatiyên Sûdanê rabe.

Mihemed spasiya Rêveberiya Xweser kir ku hişt ev yek bi ser bikeve û da zanîn ku ew hewl didin hevkarî û têkiliya xwe bi Rêveberiya Xweser re ji bo vegerandina welatiyên Sûdanê dewam bikin.

Di dawiyê de 2 jin û 3 zarokên ji malbatên DAIŞ′ê hatin radestkirin.

(fr)