Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanek nû kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan careke din serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanek nû kir
9 adar, 2023   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Nêzî 2 sal in agahî ji Rêber Ocalan nayê wergirtin.