Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo li ser gora xwe hate bibîranîn

Hunermend Mihemed Şêxo di salvegera wefata xwe ya 34`emîn de li ser gora xwe ya li Qamişloyê hat bibîranîn.

Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo li ser gora xwe hate bibîranîn
9 adar, 2023   12:25
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 34`an a koça dawîn a hunermend Mihemed Şêxo şênî, hunermend, endamê saziyan serdana gora Mihemed Şêxo ya li goristana Hilêliyê ya Qamişloyê kir.

Hunermend Sefqan Orkêş li ser gorê axivî û diyar kir ku hunermend Mihemed Şêxo bi ked, awaz û dengê xwe bûye nimûneyeke cîhanî ji bo gelê Kurd.

Endamê Komîteya Hunerê ya Meclisa Gel a Qamişloyê Cemîl Meşkînî jî axivî û da zanîn ku çanda Mihemed Şêxo ji bo gelê Kurd dabû avakirin, niha ciwanên Kurd diparêzin û wiha dom kir: “Bi sekn û exlaqê xwe hêz da çanda kurdî. Îro navendên me bi navê wî ne, zarokên me jî stranên wî dibêjin.”

Di dawiyê de gul li ser gora Mihemed Şêxo hatin danîn û stranên wî hatin gotin.

Hunermend Mihemed Şêxo di 9`ê Adara 1989`an de di encamê krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.

(sb)

ANHA