​​​​​​​Senatorên Amerîkayê vekişîna ji Sûriyeyê red kir

Senatorên Amerîkayê biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê red kir û got dê vekişîn bibe sedema zindîbûna DAIŞ′ê.

​​​​​​​Senatorên Amerîkayê vekişîna ji Sûriyeyê red kir
9 adar, 2023   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Associated Press, serok Jeo Biden gotibû dê di nava 180 rojan de 900 leşkerên Amerîkayê ji Sûriyeyê vekişîne, lê senatoran duh ev biryar red kir û got dê ev yek bibe sedema zindîbûna DAIŞ′ê û dê Amerîka û hevalbendên wê bixe xetereyê.

Ji bo desteka belgeya serokê Amerîkayê Jeo Biden a ji bo vekişîna artêşa Amerîkayê ji Sûriyeyê pêşkêş kiriye, ji 321 senatoran tenê 104’an dengê xwe da.

Ruxmî têkçûyîna DAIŞ′ê li Sûriyeyê, lê hîna şaneyên veşartî yên DAIŞ′ê êrişên xwe li tevahî Sûriyeyê û Iraqê pêk tînin.

Serokê Komîteya Kar û Barên Derve ya Senatoyê yê Partiya Komarparêz Michael McCall got Amerîka par bi hevkarên xwe re beşdarî operasyonan bû, di encamê de 466 DAIŞ′î hatin kuştin û 250 jî hatin girtin. Lê heke Amerîka hêzên xwe niha vekişîne, dê careke din DAIŞ zindî bibe.

Endamekî Partiya Demokrat ê di komîteyê de senator Gregory Mix jî hebûna leşkerekî ya Amerîkayê bi demeke nediyar li Sûriyeyê red kir.

Senator Ryan Zinke jî got: "Yan em ê li vir şerê wan bikin, an jî li Sûriyeyê. Yan em ê şerê wan bikin û li Sûriyeyê têk bibin, yan jî li kolanên welatê xwe şerê wan bikin."

(fr)

ANHA