Rojnameyên erebî behsa hewldanên nêzîkbûna Enqere û Şamê kir

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa hewldanên nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de, rewşa Yemenê û krîza koçberên Tunisê kir.

Rojnameyên erebî behsa hewldanên nêzîkbûna Enqere û Şamê kir
9 adar, 2023   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

′DEWLETA TIRK JI BO NORMALÎZEKIRINA BI SÛRIYEYÊ RE CIVÎNEKE ÇARALÎ RAGIHAND′

Rojnameya Şerq El Ewset behsa civîna çaralî ya di navbera cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de kir û wiha nivîsî: "Dewleta Tirk ragihand ku dê li Moskovê di hefteya bê de civîneke çaralî ya cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê bê lidarxistin. Ew civîn ji bo amadekariya civîneke di navbera wezîrên karên derve yên wan çar dewletan de ye, da ku têkiliyên normalîzekirinê di navbera Enqere û Şamê de nîqaş bikin. Îranê jî desteka xwe ji vegera têkiliyên di navbera her du welatan de nîşan da.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di civîneke çapemeniyê ya li gel hempîşeyê xwe yên Îranê Emîr Ebdullehyan de ku serdana Tirkiyeyê kiribû, piştgiriya xwe li hember karesata erdheja 6′ê Sibatê nîşan da û got Rûsyayê vexwendinek ji Tirkiyeyê re şand ku beşdarî civîna çaralî bibe.”

′LI YEMENÊ LIHEVKIRINA DIRÊJKIRINA AGIRBESTÊ′

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Yemenê wiha nivîsand: "Çavkaniyên dîplomatîk yên ji dan û standina dirêjkirina agirbesta Yemenê ya li Mesqetê nêz in, da zanîn ku ev dirêjkirin dê li gorî taybetmendiyên peymana aştiyê be, ne tenê lihevkirina agirbestê be. Ruxmî astengiyan diyalog ji ber zextên navneteweyî û herêmî dewam dikin.

Li gorî çavkaniyan, dê agirbesta li Yemenê, ger lihevkirin li ser hin xalên nakokiyê çêbûn, salekê dirêj bike."

′TUNIS Û BANDORÊN ABORÎ YÊN KRÎZA KOÇBERAN′

Li ser krîza koçberan a li Tunisê rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsand: "Pispor û şîrovekarên siyasî da zanîn ku bandorên xeternak ji bo diyardeya koçberiya nerewa li ser rewşa aborî ya li Tunisê hene. Bi dewamkirina koçberiyê re dê krîz kûrtir û bêkarî zêdetir bibe, bi taybet Tunis cihê sereke yê derbasbûna koçberan e ku hewl didin biçin Ewropayê.

Par, desthilatên Tunisê rêya zêdetirî 22 hezar û 500 koçberên li beravên xwe asteng kir. Serok Qeys Seîd da zanîn ku wî tedbîrên tund ji bo sekinandina koçberên nerewa ji Afrîkayê girtine. Ji ber ku ev diyarde bi xwe re tundî û sûcan tîne.

Şîrovekarê siyasî yê Tunisî Mihemed Salih El Ubeydî got koçberiya nerewa sedema kûrkirina krîza aborî ya li Tunisê ye û derfetê li pêş karkirina bi destheqê lawaz vedike.

El Ubeydî got rêjeya bêkariya niha ji sedî 15 e, lê ger koçberiya nerewa zêde bibe, tê texmînkirin ku bêkarî bibe ji sedî 25."

(fr)